Serokê Birêveberiya Yasayî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî Heysem Elmalih doz li Wezîrên Derve yên dewletên Erebî kir ko rewayê ji ser Rêjîma tawankar ya Esed rakin û danpêdanê bi Hevbendiya Niştimanî Sûrî wekû nûnera tekane ya Gelê Sûriyê bikin, û kursiya Komkara Erebî radestî Hevbendiyê bikin û mafdanê bidin Deshilata Demkî da belgeyên fermî ji Sûriyan re derxîne, ev daxwaz di gotarekê de ji dêvila Serokê Hevbendiyê di civîna wezîrên derve yên dewletên erebî li baregeha Komkara Erebî xwend.
Herwiha Elmalih ji Wezîrên derve yên dewletên erebî xwest ku bi erkên xwe yên netewî û mirovî rabin û bi lez piştgiriya Şoreşa Sûriyê bikin, û nehêlin ko çareseriya siyasî li ser hesabê qurbaniyên Gelê Sûrî be û dest ji rûxandina Esed berdin.
Elmalih destnîşan kir Rêjîma Esed ji destpêka Şoreşa Sûriyê ve hewl dide wê şoreşê wek çeteyin tîrorîst bide diyarkirin, Elmalih da xuyakirin ko Gelê Sûrî bûye qurbaniya tiroristiya Esed û tiroristiya ko ji derveyî sînoran hatiye ,li ser destê Rêjîmê û hevalbendên wê çê bûye.
Serokê Birêveberiya Yasayî agahdarî da ko Hevpeymana Navdewletî”ji dêvla ko li hemû tiroristan wek hev binêre, derfet da Rêjîma Esed ku tiroristiya xwe berdewam bike û rojane miletê Sûriyê bikuje.” Bêtir got “Çeteyên mezhebpereset yên Hizbullah û Feyleq Elquds û komeka Ehil Elheq û Artêşa Elmihdî heta nuha neketine lista tiroristiyê, herwiha Hêzên Şebîha yên ko Rêjîmê navê wan kiriye Artêşa Berevaniya Niştimanî ” . bal kêşand ko Îro “Sûriya ketiye bin dagîrkirina Îranê de û bizavê dike ko çeteyên Hizbullah ya Sûrî çê bikin, û guherîneke dîmugrafî di gelê Sûrî de çê bikin”
Jêder: Hevbendî