Cȋgirȇ Serokwezȋrȇ Tirkȋ Poland Erȋnc got: Netewȇn Yekbȗyȋ nikare biryarekȇ bo bercewendiya penaberȇn Sȗrȋ bistȋne.
Erȋnc matmayîna xwe ji helawîstina Netewȇn Yekbȗyȋ ji sebeta alȋkaiyȇn xwaremeniyȇ bo penaberȇn Sȗrȋ anȋ ziman, ȗ diyar kir ku Tirkiyayê deriyȇ xwe vekiriye ȗ pȇșwaziya penaberȇn Sȗrȋ ȇn ji agirȇ rejȋma Esed reviyane kir, ȗ berdewam kir: ” Wek ku tȇ nasȋn derdora Melyon ȗ 600 Hezar penaberȇn Sȗrȋ li Tirkiyayȇ hene, hindek ji wan di kampan de ne, ȗ hindek li ser karȋnȇn xwe yȇn taybet dijȋn, Tirkyayȇ ta niha 5 Milyar Dolar di vȋ warȋ de xerc kirine, saziyȇn navdewltȋ yek ji sedȋ 1% ji van peran li xwe negirtine”.
Erȋnc bal kișand ku sekteterê giştî yê Netewȇn Yekbȗyȋ kedekê dike ȗ nȇta wî paqij e, lȇ ev saziya navdewletȋ di rêçeke girtȋ de kar dike.
Jȇder: Hevbendȋ – El-Enadol