Balyozê Hevbendiya Niştimanî li Elmaniya Besam Ebdulah dupat kir ku Elmaniya berdewam e di piştgiriya Hevbendiya Niştimanî û wê dibîne wek hevparê herî bihêz di opozisyona Sûrî de, û herwiha tekez kir ku Elmaniya nabîne ku wê rolek Esed hebe di paşeroja Sûriyê de.
Ebdulah amaje kir ku Elmaniya hewla xweşkirina pêwendiyan bi şêweyekî xurtir bi opozisyona Sûrî re dide, û bi taybetî bi Hevbendiya Niştimanî û hikûmeta demkî re, ku wê di paşerojê de piştgiriya xwe bo wan zêdetir bike, û bal kişand ser ku Elmaniya bi şêweyekî piransîp danpêdanê bi hikûmeta demkî dike.
Herwiha derbarê gotubêjên Jinêv jî Ebdula got ku Elmaniya daxwaza berferhkirina gotubêjên Hevbendiyê kiriye ligel şanderê navdewletî Dî Mistora, da Hevbendî bibe akterê herî bihêz di danustandinan de ji bo raguhestina nê rîna opozisyona Sûrî derbarê paşeroja çaresseriya siyasî di Sûriya de, û bal kişand ku Elmaniya Hevbendiya Niştimanî dibîne beşê siyasî yê herî bihêz û bêhempa di her danustandinên siyasî de derbarê paşeroja Sûriyê.
Jêder: Hevbendî