Wezîrê Darayî û Aboriyê yê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Ebdulhekîm Elmisrî, beşdarî di vekirina kargeheke taybet bi şîrê toz ê zarokan li devera pîşesazî li bajarê Elraî li herêma Ezazê li gundewarê parêzgeha Helebê kir.
Û ev pêngav di çarçoveya anîna veberhêneran bo herêmê û handana veberhênana xwecihî tê, û tekeziya li ser nehiştina ku kelûpelên Îranî û Rusî derbasî bazarên deverên rizgarkirî bibin.
Û Wezîrê Darayî û Aboriyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, civînek bi amadebûna serokên odeyên bazirganî û pîşesaziyê li gundewarê bakurê Helebê li dar xist, û têde li pêşniyarên serokên odeyên bazirganî û pîşesaziyê derbarê baştirkirina ketwarê aborî û bazirganî û pîşesazî û anîna veberhêneran bo deverê guhdarî kir., û li ser kêşeyên pîşesaz û bazirganan ji bo çareserkirina wan rawestiya.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî