Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ruba Hebûş, pesnê neguhêriya helwesta Yekîtiya Ewropayê ji rijêma Esed da, û bal kişand ser ku hîn dengin hene baweriyê bi mafê gelê Sûriyê di bidestxistina azadî û rûmetê de li gorî biryarên navdewletî tînin.
Û Hebûş di daxwiyaniyin taybet de îro got ku rijdiya Yekîtiya Ewropî li ser sizakirina berpirsên tawanên ku li Sûriyê bi dirêjiya salên bûrî pêk hatine, û miqatebûna li diyarkirina çarenvîsa girtî û windayên di zîndanên rijêmê de, nîşana alîgiriya wan ji nirxên dad û azadiyê re ye, û pêngavek e ber bi çareya siyasî li Sûriyê, û bidawîanîna rêzefîlma tirsê ya ku gelê sûriyê ji ber terora rijêma Esed ji sala 2011an ve têde dijî.
Û Yekêtiya Ewropayê duh, pênşemê, li ser zimanê Nûnerê Bilind ê Yekîtîyê bo Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehiyê, Josep Borrell, di dema lidarxistina kongirê heftemîn ê “Piştgiriya paşeroja Sûriyê û herêmê” de, li Bruksela paytexta Belçîka, cext kir ku ti rewş tuneye da Yekîtiya Ewropayê siyaseta xwe li hember rijêma Esed biguhere, û got ku dewletên endam di vî warî de hevdeng in, û sizayên li ser rijêma Esed di vê dawiyê de bi awayekî cidî pirtir bikin, û dê berdewam bin.
Û Borrell tekez kir ku Yekîtiya Ewropayê dê piştgiriya hewlên gerantîkirina sizakirina kesên ku tawan li Sûriyê di dema cenga rijêma Esed li dijî gelê Sûriyê berî ji 12 salan de pêk anîne bike, û Yekîtiya Ewropayê dê têkiliyên dîplomatîk bi rijêmê re saz neke û sizayan ji ser wê raneke.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî