Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, tekez kir ku rijêma Esed niha perçeyek ji dijminkariya Rûsî li ser Okranya ye, û milîsên wê kar li ser amadekirina şervan û nandozan dikin, daku wan bişînin Okranya ji bo beşdariyê di pevçûn û tawanên ku Mosko li ser xaka Okranya pêk tîne bikin.
Û Elmislit di daxwiyaniyine taybet de, îro roja înê, bal kişand ser ku gelê Sûriyê êrîşkirina Rûsya li ser Okranya ji kok de ret dike, û hîç razî nabe ku beşdariyê di van tewanên pîs de yên ku dermafê gelê Okranya pêk tên bike, û got ku sedemên tiştê ku rijêma Esed pê redibe naskirî ne, û rijêma Esed niha tenê fermanên Botîn bo mana li ser kursiya hikumdariyê cîbicî dike.
Û Elmislit cext kir ku biryara navdewletî derbarê qedexekirina dana çekên cûreyî ji hêzên şoreşa Sûriyê re, hişt ku Botîn û Esed vehesayî bin, ta pileya ku milîs û nandozan ji Sûriyê bo şer berve Okranya bişînin.
Û Elmislit daxwaza haydarbûnê ji tiştên ku dibin û piştgiriya Artêşa Niştimanî ya Sûrî û bihêzkirina wê ji dostên gelê Sûriyê kir, daku berevaniyê di ber sivîlan de bike, û gelê Sûriyê ji vê rijêma ku biryara wan diziye û welat radestî dagîrkerê Rûsî kiriye rizgar bikin, û got ku wê gavê Artêşa Niştimanê dê nehêle ku li Sûriyê xew têkeve çavê herdû tawanbaran.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî