Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit û Şandê pêre, hevdîtinek li gel Şanderê Navnetewî bo Sûriyê Geir Otto Pedersen li rex kongirê salane yê bexşînkaran yê derbarê Sûriyê li dar xist.
Û Şandê Hevbendiyê ji Cîgirê Serok yê Karûbarê Derve Ebdilehed Istêfo, Cîgira Serok Ruba Hebûş, Herdû Endamên Desteya Siyasî Mihemed Yehya Mektebî û Ebdellah Gedo û Rêvebirê Cîbicîkar yê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê Mihemed Heseno pêk tê.
Û Elmislit tekezî li ser pêwistiya pêşdebirina pirosesa siyasî di riya pêngavin cîbicîkar ên cidî û xiştekareke demzelal re û vekirina tevaya dosyên biryara 2254 kir, daku bighêjin çareya siyasî ya rasteqîn yaku hêviyên gelê Sûriyê di azadî û rûmet û demoqrasiyê de pêk tîne.
Û Elmislit daxwaza pêwîstiya karê navdewletî yê cidî û rasteqîn bo serbestberdana tevaya girtiyên Sûrî, û diyarkirina çarenûsa binçavkiriyên kotekî, û rawestandina komkujiyên ku di zîndanên Esed de pêk tên kir.
Û diyar kir ku lêborîna dawîn ya ji hêla rijêma Esed ve derketiye, dereweke nû bû, daku rijêm komkujiyên xwe veşêre, nemaze ya vê dawiyê li taxa Eltedamun yaku rojnameya The Guardian eşkere kiriye, û bal kişand ser ku hejmara rasteqîn ya kesên ku ji zindanan hatine berdan bidehan e, di dema ku hejmara girtiyan bidehên hezaran e.
Û Elmislit tekezî li ser kartêkerkirina pêvajoya lêpirsîn û sizakirinê û cezakirina rijêma Esed li ser komkujiyên dermafê gelê Sûriyê pêk anîne kir, û cext kir ku tu aştî li Sûriyê û deverê bi hebûna vê rijêma ku tevaya cureyên tawanan dermafê sûriyan wek serjêkirina bi kêran û kuştina bi guleyan û bombebarana bi topxane û bermîl û balafir û çekên kîmawî bikar anîne çênabe.
Û Elmislit bal kişand ser giringiya berdewamiya pêşkêşkirina alîkariyên mirovahî bo hewcedaran di riya xalên sînorî re, ji ber ku ew alîkarî mîna damarê jiyana bimilyonên Sûriyan tevî jin û zarokan e, nemaze alîkariyên girêdayî tendurustî û fêrkirin û ewlehiya xwarinê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî