Şandê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi serokatiya Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit bo Biroksilê, bi Şandekî ji Wezareta Derve ya Tirkiyê bi Serokatiya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Sadat Onal re li rex kongirê salane yê şeşemîn yê bexşînkaran yê derbarê Sûriyê civiya.
Û Şandê Hevbendiyê ji Cîgirê Serok yê Karûbarê Derve Ebdilehed Istêfo, Cîgira Serok Ruba Hebûş, Herdû Endamên Desteya Siyasî Mihemed Yehya Mektebî û Ebdellah Gedo û Rêvebirê Cîbicîkar yê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê Mihemed Heseno pêk tê.
Û di hevdîtinê de behsa pêşhatinên meydanî û pêşketinên pirosesa siysî û rewşa mirovahî li deverên rizgarkirî û rewşa sûriyan li Tirkiyê kirin.
Û amadebûyan behsa pirosesa siyasî û rewşa jikarxistinê yaku rijêma Esed ta niha bi kar tîne ji ber tunebûna fişarên cidî û rasteqîn li ser wê û piştgirên wê ji aliyê civaka navdewletî ve kirin.
Û şandê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pabendiya Hevbendiyê bi çareya siyasî li gorî biryarên navdewletî yên bi Sûriyê ve girêdayî nemaze daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254 kir.
Û tekezî li ser giringiya kartêketkirina doseya lêpirsîn û sizakirina rijêma Esed li ser tawanên ku dermafê sivîlan pêk anîne kir, nemaze ku rijêmê tawanên serjêkirin û kuştina bi guleyan û bombebarana bi bermîl û balefir û fetisandina bi çekên kîmawî pêk anîne, û daxwaza misogerkirina ku rijêm ji sizayan rizgar nebe kir, û sûdê ji karvedanên curbecur yên ku piştî komkujiya taxa Eltedamun a sala 2013 ya nû aşkere bûye werbigrin.
Û Şandê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku Sûriya ne ewle ye û ewle nabe eger rijêma Esed û hêz û amûrên wê yên ewlekariyê hebin, û bal kişand ser ku divê vegera penaberan ji def xwe û ve û bi awayeke ewle û rûmetdar be.
Û amadebûyan rewşa deverên rizgarkirî berçav kirin, û behsa pêwîstiya çakkirina ketwarê jiyanê û bilindkirina asta xizmetkariyê li deverê kirin, û Şandê Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser giringiya piştgiriya warên fêrkirin û tendurustiyê û pirojeyên çandinê li deverên rizgarkirî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî