Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, tekezî li ser pêwîstiya rawestandina hovîtiya Rûsiya li cîhanê û rûbirûbûna dijminkariya wê li ser Okranya kir, û derbarê tawanên ku li Sûriyê jî pêk anîne û pêk tîne bêdeng nemînin.
Û bal kişand ser giringiya cudanekirina tirajîdiya Sûriyê ji tiştên ku li Okranya dibe, û got ku derbasbûna Rûsiyê û tawanên ku hêzên wê dermafê sivîlan pêk tînin bêyî ku çi siza an lêpirsîn hebe, hişt ku Putin êrîşeke nû bibe ser Okranya û Ewropa tevî têxe bin gefê de.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî, bal kişand ser ku dîktatorê tawanbar ne hewcedarî bihaneyan e daku cengan pêk bîne, ji ber ku Putin derbarê Sûriyê dibêje ku ew li ser daxwaza hikumeta rewa derbas bûye, di dema ku êrîşên xwe dibe ser Okranya daku hikumeta rewa yaku di riya sendoqên dengdanê re hatiye ser desthilatê birûxîne.
Û Elmislit got ku şikandina Rûsiya ji Sûriyê de dest pê dike, di riya piştgiriya siyasî û leşkerî û mirovahî ya rasteqîn ji şoreşa Sûriyê re, û dît ku ew dê rewşê biguhêre û aramiyê li Sûriyê û Okranya û cîhanê tevî vegerîne.
Û daxwaza tevlîbûna xwepêşandanên ku niha li bajarên Ewropayê dijî êrîşa Rûsiya li ser Okranya derdikevin ji Sûriyên tevaya cîhanê kir, û piştgiriya gelê Sûrî ji miletê Okranya re diyar bikin, û dengê doza Sûriyê ya mafdar bighînin cîhanê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî