Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civînek taybet, bi amadebûna Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûriyê Enes Elebde û Endamin herdû Desteyên Siyasî û Giştî, ji bo behiskirina êrîşa Rûsiya li ser Okranya û bandora wê li ser doseya Sûriyê li dar xist.
Û amadebûyan tekez kirin ku tiştê niha li Okranya dibe ji tiştên ku Rûsiya li Sûriyê ji sala 2015an de pêk anîne ne cuda ne, ji ber ku hêzên Rûsiya nexweşxane û bazar û deverên nişteciyan armanc kirin, daku çareya leşkerî li Sûriyê bisepîne. Û amadebûyan daxwaza fişaran li ser Rûsiya ji civaka navdewletî kirin daku dijminkariyên xwe li ser Sûriyê û Okranya rawestîne.
Û daxwaza pêwîstiya derketina helwesteke navdewletî ya vebir kirin, ji bo zordariya serberdayî ya hin dewletên ku serweriya dewletên dîtir û aramiya wan armanc dikin û gefê li ewlehî û aştiya navdewletî dikin bi dawî bînin, û biryara “Yekîtî ji bo Aştiy” di Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî kartêker bikin.
Û amadebûyan tekez kirin ku îro ji civaka navdewletî tê xwestin ku şaştiyên xwe yên li Sûriyê bibîr bîne, û berfirehbûna hebûna Rûsiya lê rawestîne, di riya dana çekên pêşketî û yên dijî balefiran ji Artêşa Niştimanî ya Sûrî re, weke piştgiriya ku li Okranya tête kirin, û dîtin ku Artêşa Niştimanî ya Sûrî dê bijardeyên Putin ên leşkerî li Sûriyê sînordar bike.
Û amadebûyan bal kişandin ser ku eger Putin di cenga xwe ya hovane de bi ser bikeve, dê li ti sînoran ranewete, û berê xwe bide dewletin nû yên nava Ewropa, û tekez kir ku bidawîanîna dijminkariya Rûsiya li Sûriyê, dê nehêle Rûsiya gefan li dewletên Nato ji baregehên xwe yên li perava Sûriyê bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî