Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî du name ji Wezareta Derve ya Qeterê û Rêvebirê Giştî yê Sendoqa Qeter ya Geşepêdanê Xelîfe Kurê Casim Elgewarî wegirtin, weke bersiv ji nameyên ku Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit derbarê pêdviyên zivistanê bo kampên bakurê Sûriyê yên ku bi awayekî berdewam rastî alozî û bahozan tên araste kirine.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit spasiya Wezareta Derve ya Qeterê û Sendoqa Qeterê ya Geşepêdanê li ser berdewamiya wan di piştgiriya gelê Sûrî de pêşkêş kir, û pesnê helwestên pirensîpî yên dewleta Qeterê ya bira da, yaku ji destpêkê de rawestana xwe li kêleka gelê Sûrî di şoreşê û daxwazên wî yên mafdar di azadî û rûmetê de û dijî rijêma tawanbar ya ku şerê herî tund biriye ser gelê Sûrî ragihandiye, ew şerê ku bobelateke mirovahî ya mezin peyda kiriye.
Û Hevbendiya Niştimanî di riya Balyozxaneya Sûrî ya li Qeterê re nameyek ji Wezîrê Derve yê Qeterê wergirt, û têde diyr bû ku Heyva Sor a Qeterê ji destpêka derdeseriya li Sûriyê de û ta niha di bersivdana pêdviyên mirovahî bi hevrêzkariya li gel tevgera navdewletî ya Xaç û Heyva Sor û saziyên navnetewî yên pêve girêdayî kêmanî nekiriye.
Û derbarê kêşeya zivistanê ya niha Wezîrê Derve yê Qeterê bal kişand ser ku wek berdewamî ye ji bizavên taybet bi bersivdana sivikkirina derdeseriyên mirovahî yên kêşeya Sûrî re, Heyva Sor ya Qeterî hin karîn bo berjewendiya pirojeyên vê zivistanê terxan kirin, û niha jî li Sûriyê û dewletên hawîrdor cîbicî dibin.
Û di nameyeke dî de yaku Hevbendiya Niştimanî ji Sendoqa Qeter ya Geşepêdanê wergirtiye, rêvebirê giştî yê Sendioqê Xelîfe Kurê Casim Elgewarî bal kişand ser ku pêdviyên ku di nameyên ku Serokê Hevbendiya Niştimanî di dema berê de şandine li gorî pêşindeyên ku sendoqê danîne ye.
Û Elgewarî diyar kir ku Sendoqa Qeter ya Geşepêdanê çavdêriya rewşa ku Sûrî di kampan de tê re derbas dibin dike, nemaze di demsala zivistanê de, ji ber ku derdeserî ji sermê û barîna berfê di kampan de zêde dibin, bi teybet di heyama bêtara korona û belavbûna wê de.
Û Elgewarî got ku Sendoqa Qeter ya Geşepêdanê li gel Komeleyên Xêrxwaziyê yên Qterê û saziyên Netewên Yekbûyî alîkariyê derbarê kêmkirina metirsiyên werza zivistanê di kampan de û li dewletên ku penaber vehewandine dikin, di riya pirojeyên amadekarî û bersivdanê re, bo nûçêkirina rêyan di hundir kampan de û belavkirina keresteyên germkirinê di zivistanê de û betaniyên hirî û tevaya pêdviyên zivistanê yên sereke belav bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî