Şandek Ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi serokatiya Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit, bi gereke meydanî li bajarê Serê Kaniyê li gundewarê rojhilatê Hesekê rabû, û di vê gerê de serdana rayedariya polîsên leşkerî û encumena xwecihî û hejmarek ji saziyên leşkerî kir.
Û Şand ji Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û Endamên Hevbendiya Niştimanî Ebdilbasit Ebdilletîf, Mihemed Welî, Mihemed Elî Îsa, Yasir Elferhan, Husên Elebdellah, Ebdellah Elmihemed Elferec, Îbrahîm Serdar Elmilî, Hemîde Elteherî, û Cîgirê Serokê Kombenda Serbixweyên Kurdên Sûrî Redîf Mustefa û Serokê Encumena Xwecihî yê Parêzgeha Reqayê Seed Şiwêş pêk dihat.
Û ev serdan yek ji serdanên rolane bo deverê û guhdanên Hevbendiya Niştimanî bi deverên rizgarkirî yên Rojhilatê Ferêt bo dîtina ketwarê deverê tê, her weha karê li ser çakkirina xizmetkarî û avahiyên giştî di gundewarên herdû parêzgehên Reqa û Hesekê de.
Û Elmislit pesnê karê ku Artêşa Niştimanî ya Sûrî û rayedariya polîsên leşkerî û encumenên xwecihî û komeleyên giştî da, û tekez kir ku pêşdeçûneke berçav li bajarê Serê Kaniyê li ser asta ewlehî û xizmetkariyê tê dîtin.
Û Elmislit dît ku paşdemana navdewletî di warê piştgirya deverê de nahêle ku ewlehî û aramî lê vegere, û got ku ew astengiyê li pêşiya çalakiyên aborî çêdike.
Û Rayedarê Leşkerî Sêf Ebo Bekir li ser karê Artêşa Niştimanî li deverê axivî, û tekez kir ku bizavin mezin bo ku nehêlin milîsên PYD û rêxistinên terorist ên dîtir operasyonên teroristî li deverê pêk bînin, her weha rêxweşkirina bo vegera koçber û derbideran daku vegerin mal û deverên xwe yên resen çêdibe.
Û Serokê Encumena Xwecihî ya Serê Kaniyê Mihemed Elî Hemze bal kişand ser giringiya dabînkirina keresteyên bingehîn bo çandiniyê û xwedîkirina pêz û alîkariya xelkê bikin, daku pêdviyên bo çakkirina karên wan dabîn bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî