Serokê Hebnediya Niştimanî Salim Elmislit, tekezî li ser pêwîstiya bizavên navnetewî û navdewletî bo pêşdebirina piroseya siyasî û destpêkirina sepeta veguhestina siyasî li Sûriyê kir, û xwest ku cidiyet di livandina pirsa Sûriyê de hebe, û nehêlin derdeseriyên gelê Sûriyê berdewam bibin, û bal kişand ser wê yekê ku Hevbendiya Niştimanî li riyên rizgarkirina tevahiya gelê Sûriyê digere, ne tenê xelkên li deverên rizgarkirî dijîn.
Ev yek di hevdîtina Elmislit îro li gel şandê Holendayê bo Sûriyê Gijs Gerlag di konsulxaneya Holendayê li Stenbolê hat, û Cîgirê Serok Ebdulehed Istifo û endamê Desteya Siyasî Ebdelah Gedo û endama Desteya Giştî Dîma Mûsa hevaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî di evdîtinê de kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî spasiya Holandayê li ser piştevaniya wê ji gelê Sûriyê re kir, û pîrozbahî da Şandyarê Holendî li ser wergirtina wî ji postê nû re.
Û kesên amade behsa dosya biserxwevhatina zû li Sûriyê kirin, û cextî li ser giringiya ku ew proses nebe nûavakirina ku rijêma Esed û Rûsiya di warê rakirina sizayan de sûdê jê werbigirin kirin.
Û hevdîtinê giringî da mijara bazirganiya keresteyên hişbir ya bi serkêşiya rijêma Esed pêk tê, di rêya çêkirin û hinartina wan madeyan re, da ku pereyên wan bikin piştgirî ji hêzên xwe re, û wan ji bo asayîkirina têkliyan bi rijêmê re û normalkirina peywendiyên wê bi dewletan re bikar bîne.
Ji aliyê xwe ve, Nûnerê Holendayê tekezî li ser helwesta welatê xwe ya piştgiriya gelê Sûriyê û proseya wî ya siyasî li gor biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî kir, her weha piştgiriya bizavên dadpirsîn û sizakrinê derbarê tawanên ku li Sûriyê pêk hatine, tevî karên ji bo dabînkirina mîkanîzma navdewletî ya bêalî û serbixwe ya têkildarî Sûriyê.
Û Şandyarê Holendî tekezî li ser giringiya sebr û semaxê kir, heta
encamên sizayên li ser rijêma Esed bên dîtin, û rijêm neçarî tevlêbûna çareseriya siyasî bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî