Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, gotarek di dehemîn salvegera komelkujiya kîmawî de ya ku rijêma Esed têde çekên kîmawî li dijî sivîlan bikar anîne û bêhtir ji 1400 kesî kuştiye pêşkêş kir, û di gotarê de tekez kir ku tevî raporên navdewletî yên ku piştrast dikin ku rijêm di ber vê tawana hovane de berpisyar e, lê dadmendî hîna tune ye, û giyanê qurbaniyan hîn li bendê ne, û kujer li ser qoqên qurbaniyan rûniştiye.
Û Elmislit bal kişand ser wê yekê ku tevî reaksiyona navdewletî ya lawaz derbarê vê bûyera mezin, civaka navdewletî pabendî bi biryarên xwe nekir, û li ser bêhelwestî û derengmayînê berdewam ma, ji ber ku rijêma Esed 184 caran çekên kîmawî bikar anîn, piştî ku rêkeftina Qedexekirina Bikaranîn û Çêkirina Çekên Kîmyayî di Îlona 2013an de pesend kir, û tevî wê yekê danûstandin bi rijêmê re li gorî benda heftan wek di naveroka biryara Encumena Ewlekariyê a 2118an de hatiye, pêk nehat.
Û Elmislit cext kir ku bêkêriya navdewletî di dadpirsîn û sazadana rijêma Esed de, çiraya kesk jêre vêxist, û ew han da ku bêhtir tawanan pêk bîne, û bû sedema azarên mirovî yên berdewam ji deh salan de ta roja Îro.
Û Elmislit got ku em hêjî her roj di havîn û zivistanan de êşa gelê xwe di konan de piştî koçberbûna wan û wêrankirina bajar û gundên wan dibînin, û ev hemû tirajîdiya ku bi serê wan de hatiye ji ber ku hiştin rijêmeke tawankar terora xwe bi Rusya, Îran û milîsên wan re bê çi rêgirtineke rasteqîn bikar bîne.
Û Elmislit pirs kir, gelo çawa tawankarê cengê bê sizadan maye? û çawa rizgar dibe piştî ku zêdetir ji melyonek Sûrî kuştin, û bimilyonan koçber kirin, û bisedên hezaran binçav kirin? Û çawa dê rizgar bibe û wî komkujî bi çekên kîmawî li dijê sivîlan pêk anîne? Ku êrîşa wê ya li ser Gotaya Şamê ya herî mezin bû, ne tenê li ser asta Sûriyê, lêbelê li ser asta cîhanê bi tevahî ji dema ku rêkrftina Qedexekirina Çekên Kîmawî ketiye warê cîbicîkarinê de di 29 nîsana sala 1997an de.
Û Elmislit daxwaz ji civaka navdewletî, Netewên Yekbûyî û hêzên kartêker di dosya Sûriyê de kir, ku rijêma Esed li ser tevaya tawanên wê siza bikin, ji ber ku wê beşdarî di dagîrkirina Rusya ji Okraynayê re di warê siyasî û leşkerî de kir, her wiha kiryarên ku li Sûriyê di salên bûrî de kirine.
Û ji bira û dostan xwest ku helwesta wan bi gelê Sûriyê re weke berê be, û got ku xwenêzîkkirina ji vê rijêmê wê encama wê tenê têkbirina ewlehî û aramiya deverê bi temamî û belavkirina keresteyên hişbir û teror be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî