Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî Civîneke Awarte ya Desteya Siyasî li Dar Dixe û Behsa Rewşa li Bakurê Sûriyê û Peravê Dike

August 22, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Serokê Hevbendiya Niştimanî Civîneke Awarte ya Desteya Siyasî li Dar Dixe û Behsa Rewşa li Bakurê Sûriyê û Peravê Dike

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, îro, civînek awarte ya Desteya Siyasî li dar xist, da ku behsa rêşûnên ku divê bên standin bo piştgiriya tevgera sivîl û aştiyane li Deraa û Suweyda û bajarên Peravê bikin.

Û amadebûyan silav arasteyî xwepêşanderên li seranserê welêt kirin, yên ku careke di rûbirûyî amûra leşkerî dibin, ya ku rijêma Esed wan li her dera ku xwepêşandan lê hene bo serkutkirinê belav dike, û nahêle ku sivîl derdbirîna xwe di hêviyên jiyana bi azadî û rûmet de bînin ziman.

Û amadebûyan tekez kirin ku tiştê rijêm pê radibe welat ber bi wêraniyê de dibe, bi sedema berdewamiya wê di pêkanîna tawanan û heman kiryarên ku nahêlin ewlehî û aramî vegerin rewşa xwe ya normal, her wiha dizîna diravên gel û saziyên dewletê di riya milîsên Îranê û peyrewên wê re.

Û amadebûyan silav arasteyî kesayetên niştimanî yên piştgiriya xwepêşand û mangirtinan dikin kir, nemaze Şêxê Eqil ê Durziyan Hikmet Elhicrî, yê ku alîgiriya xwe ji berdewamiya metingên nerazîbûnê re anî ziman, û tekez kir ku welat û samanên wî ji mafê gel in, û ne ji mafê kesî ye wan bifroşe, an wek giraw û rehîne bide, an wan bi kirê bide. Û mebesta wî ew e ku Beşar Esed van kiryaran dike.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî duh, duşemê, di gotarekê de tekez kiribû, ku tişta li deverên di bin kontirola rijêma Esed de çêdibe, ji aliyê gendeliyê û têkdana rewşa jiyanê û xwepêşandanên berdewam ên xelkê ve, nîşan e ku ev rijêm nikare bibe beşek ji çareseriyê li Sûriyê, û bêguman ew sedema sereke ji bûyerên ku berê û niha li welat pêk tên re ye.

Û Elmislit got ku sivîlên ku li deverên di bin kontrola rijêma Esed de asê mane, xelkê me ne, û em li gel wan in, û piştgiriya xwe ji wan re tînin ziman, û piştgiriya xwepêşandan û serhildanên wan li hember rijêma Esed dikin, û em ji wan re tekez dikin ku Sûriya ya em dixwazin ne ya aliyekî bi tenê ye, lêbelê ev welat ji bo hemû xelkên wî yên ku jiyaneke birûmet divên e.

û tekez kir ku Hevbendî li gel xelkên başûrê Sûriyê ye, yê ku careke din li dijî rijêma Esed radibin, û ew bi gernasî û rijdiya wan li ser jiyana rûmetdar serbilind e.

Û bal kişand ser wê yekê ku divê cîhan bizanibe ku tevahiya gelê Sûriyê desthilatdariya vê rijêmê naxwaze, ya ku welat tijî kuştin, teror û wêrankirin kiriye, û hewlên rijêma tawankar di têkbirina tevna civakî ya gelê Sûriyê de bi ser nakevin.

Û got ku dengê xelkê Suweyda yên ku piştgiriya bakurê Sûriyê dikin, nîşana hevgirtina niştimanî û yekrêziya doz û armancan e, û tekez kir ku divê cîhan bi baldarî guh bide dengên mafdariyê yên ku ji Şamê, Suweyda, Daraa, Heleb, peravên Sûriyê û parêzgehên din ên Sûriyê, dengên ku zordariyê red dikin, û jiyanê hembêz dikin, dengên ku textê rijêma Esed yê ku li ser termên sûrîyên bêguneh hatiye avakirin, dihejîne.

Û cext kir ku gelê Sûriyê yê azad di wê baweriyê de ye ku rijêma Esed ji yekem qêrîna daxwaza azadiyê li Sûriyê kir de ketiye, û ew di wê baweriyê de ye ku ev rijêm bi ser nakeve, û Sûriya venagere rewşa xwe ya berî sala 2011an.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Share4TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Tîma Sûriya Azad Serkeftineke Berçav Pêk Tîne û Deh Medaliyan di Qehremaniya “Kûpa Serkeftinê ya Navdewletî ya Judoyê” de Bidesdt Dixe

Tîma Sûriya Azad Serkeftineke Berçav Pêk Tîne û Deh Medaliyan di Qehremaniya “Kûpa Serkeftinê ya Navdewletî ya Judoyê” de Bidesdt Dixe

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.