Tîma Sûriya Azad deh madelî di “Kupa Serkeftina Navdewletî ya Judoyê” de, ya ku li iyaleta Sakarya ya Tirkiyê hatiye lidarxistin bidest xistin, û hêzdarî û balkêşiya xwe di pêşbirkên navneteweyî de piştrast kir, ji ber ku di qehremaniyê de zêdetir ji hezar lîstikvanên jin û mêr ji dewletên cuda beşdar bûn, û xurtiya xwe di hevrikiyeke hêzdar a beşên curbecur de diyar kir.
Û Tîma Sûriya Azad, ji roja yekem a qehremaniyê de, performanseke balkêş diyar kir, dema pileyeke bilind di nav rêzên nifşê piçûkan de qezenc kir, û sê medaliyên zêr, û du medaliyên zîv û pêncên bironz bi dest xistin.
Û ev destkeftî wek tekeziyê bû li ser jêhatîbûna lîstikvanên jin û mêr ên Sûrî di warê werzişê de, û pêngaveke nû ye berve bidestxistina destkeftên zêdetir li ser asta navdewletî.
Û berpirsên Desteya Werziş û Ciwanan ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî, spasiya lîstikvan, rahêner, teknîsyen û rêveberan kir, li ser keda wan di bidestxistina vê destkefta rûmetdar de, û pîrozbahî dan hemû serketiyan, û hêviya serkeftinê ji Tîma Azad re di siberoja wî werzişî de xwestin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî