Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Opozisyona Sûriyê Salim Elmislit, tekez kir ko Desteya bala ya danûstandinan ya ji Kongirê Riyadê derçûye, mafdar e Şandeya goftûgoyan destnîşan bike.
Elmislit got ko Desteya danûstandinan”bi daxuyaniya Riyadê, ya ko nûnerên hemû pêkhatiyên Opozisyona Sûrî tê de ne, bi biryarên civîna wê ya dawî pabende” . û diyar kir ko wan şandeya xwe û desteya wê ya rawêjkariyê damezirandine, û ew tevlêkirina çi navên din ji aliyên derve napejirînin.
Elmislit destnîşan kir ko “Rûsya ne aliyekî bêlayen e, û ew rojane bi rêjîmê re kuştaran der heqê miletê Sûrî pêk tîne, ji ber evê yekê ne ji mafê wê ye bi rola navgîniyê rabe û ew gerek şandeya Rêjîmê damezirîne lê Şandeya Opozisyonê ew tenê ji mafê miletê Sûrî ye.”
Jêder: Hevbendî