Rêjîma Esed ji destpêka meha nuha dora 1217 xort bi amanca leşkeriya neçar girtine, da li kêleka milîtanên biyanî û hozî şer bikin. Piştî ko bi dehhezaran navê yên xwestî li navendên leşkeriyê û li Rêbendan li Hermên di bin destê Rêjîmê de belav kirine.
Di raportekê de ji Toreya Sûrî ya mafê mirovan derçûye got lîsteyên ko navê xortan tê de ne temenê wan ji 25 heta 35 ji nav wan jî karmend û xwendekarên zankoyan tev ko erêkirineke fermî ji bo bipaşxistinê digel wan de heye ko neçin leşkeriyê, her wiha doktor û berdestên doktoran yên temenê wan zêdî 45 salî ne giring e ko bi bal Nexweşxaneyên leşkerî û meydanî ve biçin.
Toreyê got: mirovên girtiyan anîne ziman piraniya operasiyonên girtinê biserdagirtinên bi şev li malên niştecihan an jî li ser Rêbendên leşkerî yên ko Rêjîma Esed ji bo evê amancê çêkirine an jî di turumbêl û basan de hatine girtin.
Toreyê diyar kir ko piştî girtina xortan ewan dibin baregehên Polîsên leşkerî li gora parêzgehan di pey re jî ewan dişînin aniyên şer.
Tore dibîne ko şalawên leşkerkirinê rêjeka mirovî ko di nav hêzên Esed de û bi şêweyekî serekî piştî reva beşekî mezin ji milîtanên xwecihî çê bûye ko hinekî din têke şûna wam amanc dike. Ko hin ji wan xwe gihandine dewletên Ewropî û doza penaberiyê kirine. Hem jî ji bo hewldana ko bi bej ve bi pêş ve biçe piştî sîwaneke asmanî ya hêzên Rûsî li ser vegirtiye. Her wiha berdana xortên ko li aniyên cengê şer dikin ew jî dibe rêkeke perexwestinê ji aliyê Efserên Rêjîmê ko her yekî digihê dehhezaran dolar dixwazin.
Jêder: Hevbendî