Salim Elmisilit berdevkê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê daxwaza “Civîneka awarte û bilez ji Encûmena Ewlekariya Navdewletî kir bo bicihkirina biryara 2118an di bin benda heftan de û herwiha daxwaza raguhestina tawankarên cengê û kujeran û di serî de kujerê zarokan Beşar Esed bo dadgehên tawanên navdewletî kir”.
Elmislit amaje kir ku “rêjîma Esed bi hilîkopteran tawaneka kîmyawiya din pêk anî, hevdem digel hebûna firokên Hevpeymaniya Navdewletî bi serperiştiya Amerîka li esmanê Sûriyê “.
Elmislit got ku “çeteyên desthilatdar li Şamê û bi hevkariya rêjîma Iranê û hêzên wê yên dagîrker li çendîn navçeyên Sûriyê keresteyên kîmyawî li dijî sivîlan bikar anine ku dawîtirîn bikaranîn li bajarê Sermîn bû li gundewarê Idlibê û bû sedema şehîdbûna şeş kesan ku sê ji wan zarok bûn”.
Herwiha berdevkê fermî got ku “rêjîm gelekî serxwe çûye û eve bêhtir ji çar salan li pêş çavên Civaka Navdewletî tawanên cînosayid û qirkirinê û tawanên dijî mirovan pêk tîne”.
Ji aliyê xwe ve Elmislit got “tevaya Civaka Navdewletî xiste berpirs û di serî de endamên Encûmena asayîşa Navdewletî; di ber encamên xirab û rewşa bobelat li Sûriya bi sedema xemsarî û kêmterxemiya hemûyan di standina biryaran de bo dawiyê li bobilata Sûrî bihêt û herwiha di dadgehkirina tawankarên şer û encamderên tawanên qirkirinê de”, herwiha berpirsyaretî xiste stûyê “wan dewletên rêgir li pêşiya pêkanîna biryarên Encûmena asayîşa navdewletî de li dijî encamderên çekên kêmyawî û nemaze ew dewletên sekinîn li dijî têkista biryara Encûmena Ewlekariyê hejmar 2118 ya sala 2013an, ku di deqê mioveka 21an de sepandina rêşûnan ligor beşê heftan ji peymannemeya Netewên Yekgirtî hatiye, di dema ku rêz li biryarê neyê girtin, ku ev biryar veguhestina çekên kêmyawî yan bikaranîna wan ji her aliyekî di Sûriya de bi xwe ve digire”.
Jêder:Hevbendî