Monday, May 5, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Elmislit: Em li Benda Roleke Erebî ya Kartêker in ji bo Gihiştina Çareseriyeke Siyasî ya Daxwazên Gelê Sûriyê yên Azadî û Demokrasiyê Pêk Bîne

November 5, 2022
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
Elmislit: Em li Benda Roleke Erebî ya Kartêker in ji bo Gihiştina Çareseriyeke Siyasî ya Daxwazên Gelê Sûriyê yên Azadî û Demokrasiyê Pêk Bîne

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, tekezî li ser giringiya rola erebî ya kartêker ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî li Sûriyê kir, daku daxwazên gelê Sûriyê di azadî û demokrasiyê de pêk bîne, û cextî li ser pêwîstiya ku bandora erebî li ser dosya Sûriyê mezintir û bi bandortir bibe kir.

Û Elmislit di hevpeyvîneke taybet de li gel malpera “El-Erebî 21”, got ku gelê Sûriyê hîn jî li benda pêngaveke Erebî ya bibandor e di vî warî de, nemaze ku ji bilî aliyên sincî û mirovî di dosya Sûriyê de, berjewendiyên dewletên erebî û yên gelê Sûriyê di rizgarbûna ji rijêma tawankar de dighên hev, ew rijêma ku dever di bin barê bazirganiya keresteyên hişbir û qaçaxiyê de hiştiye, û Sûriya kiriye platformeke Îranê ya ku gefê li hemû dewletên deverê dixwe, ji bilî piştevanîkirin û komkirina gelek milîsên mezhebî û terorist yên ku çawa gelê Sûriyê dikujin hemû birayên Ereb jî dixin bin gefê de.

Û got ku piştgirîkirina veguhestina siyasî dê Sûriyê vegerîne nav derdora wê ya erebî, û amaje bi wê yekê kir ku nebûna destpêşxeriya erebî ta niha, bi sedema nebûna lihevkirina erebî li ser Sûriyê ye.

Û Elmislit careka dî tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî piştgiriya her destpêşxeriya ku bikaribe çareseriyekê ji bo rizgarkirina gelê Sûriyê ji stemkarî û terorê bibîne dike, û diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî bi erênî bi hemû pêşniyarên navdewletî re dide û distîne, ji destpêşxeriya Kofî Enan û piştre daxwiyaniya Cinêvê de bigir ta bighêje biryara 2254.

Û bal kişand ser wê yekê ku Hevbendiya Niştimanî di hemû kongir û destpêşxeriyên navdewletî yên ku bi armanca çareseriyê hatibûn pêşkêşkirin amade bû, û cext kir ku pirsgirêka rasteqîn ne di pejrandina destpêşxeriyên nû de ye, lê divê em her dem li ser tiştekî ku weke rojê  diyar e biaxivin, ew jî ku rijêma Esed tawankar û terorîst e û guhertina wê pir dijwar e, û ti destpêşxerî bi rijêmê re bi ser neketin, û gavekê jî ber bi çareseriyê ve neçûn, û hevalbendên wê hene ku ne kêmî wê xwînrêj û serhişk in û piştgiriya wê dikin, û dît ku ev yek bi xwe bingeha pirsgirêk û astengiyê ye.

Û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî bi daxwazên gelê Sûriyê ji bo azadî, rûmet û rizgarbûna ji rijêma Esed û sembolên wê pabend e, û got ku her çareseriyek van xwestekan pêk neyne, hêvî pêve nayên girêdan, û berdewam kir û got ku em hewldanê bo pêkanîna veguhastina siyasî li gorî biryara Encumena Ewlekariyê 2254 yaku bi lihevkirineke navdewletî biryar pê hatiye dan dikin.

Û Elmislit piştgiriya hin dewletên erebî ji vegerandina rijêma Esed li ser kursiyê Sûriyê di Komkara Erebî de re, piştî hemû tawanên ku wê dijî gelê Sûriyê pêk anîne şermezar kir, û tekez kir ku çi dewletek ku peywendiyên xwe bi rijêmê re asayî bike, dê ziyanê ji nîyet û ejindeyên Îranê yên ku rijêma Esed wan pêk tîne, bibîne.

Û Elmislit dît ku danîna berjewendiyin pêşbînkirî li pêşiya pirensîpên mirovî û erkên sincî biryareke şaş e, tevî ku tiştek li bal rijêma Esed tune ye ji bilî qeyranan û keresteyên hişbir û milîsan, û bal kişand ser ku tiştên li ser sînorên Urdinê diqewimin nîşana wê yekê ye.

Û Elmislit cext kir ku êdî ne veşartî ye ku rijêma Esed bûye amûrek di destê Îranê de, û cîbicîkara pirojeya wê ya kîndar e, yaku gef e ji welatên bira re, û diyar kir ku karê ku ew dike ji bo xizmeta rijêma berfirehîxwaz a Tehranê ye, yaku xwe dispêre kiryarên terorîstî û wêrankirinê di riya milîsên xwe yên mezhebî yên kîndar re, yên ku li gelek dewletên erebî belav dike, daku ewlehî û aramiya wan têk bibe.

Û Elmislit tekez kir ku sedema wêraniyê li Sûriyê rijêma Esed e, û ew di ber wêrankirina vî welatî de berpisyar e, û derketina ji rewşa aloz bi hebûna vê rijêmê re nepêkan e, û dît ku nayê pejirandin ku cihek ji bilî dadgehên navdewletî ji tawankarê ku çekên kîmawî dermafê sivîlan bi kar anîne û bi hezaran tawanên din pêk anîne re hebe.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Share8TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Desteya Jinê ya Sûrî Rahênaneke Rojnamevanî bo Dema Du Rojan li Dar Dixe

Desteya Jinê ya Sûrî Rahênaneke Rojnamevanî bo Dema Du Rojan li Dar Dixe

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.