• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Tuesday, 31 January , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Elmislit: Hevbendiya Niştimanî Pabendiyê bi Pirensîpên Şoreşê û Daxwazên Gelê Sûriyê yên Rewa Dike

January 4, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Elmislit: Hevbendiya Niştimanî Pabendiyê bi Pirensîpên Şoreşê û Daxwazên Gelê Sûriyê yên Rewa Dike

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, bi helkefta sala nû ya 2023an, gotarek televizyonî arasteyî gelê Sûriyê kir, têde hêvî kir ku ev sal bibe sala xêr û xweşiyê ji Sûriyê û gelê wê re, û bibe sala jinavbirina teror û stemkariyê û guhertineke ber bi Sûriya ku xewna tevaya ye pêk were, û her kes di azadî û rûmet û ewlehî û aştiyê de bijî, û xêr û aştî li tevaya cîhanê belav bibe.

Û Elmislit tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî pabendiyê bi pirensîpên gelê Sûriyê û şoreşa wî dike. Û şanaziya xwe bi vî gelê mezin anî ziman. Ew gelê ku bi dengê xwe meydanên azadiyê, ji bakurê Sûriyê yê rizgarkir heta Casim û Elsenemên û Siweyda li başûr, tijî kirine, û tekezî li ser giyanê şoreşê û pabendiya bi pirensîp û daxwazên wê kirine. Û got ku Hevbendiya Niştimanî pabend e bi rêbaza xelkê Sûriyê û daxwazên wan ên azadiyê û vegera welat, û dê asta welatparêziya Hevbendiyê ji ya wan kesên dengê xwe li meydanan bilind dikin nekêmtir be.

Û Elmislit tekez kir ku rijêma Esed rijêmeke qirkirinê ye, bi hezaran tawanên cengê û komkujî li dijî gelê Sûriyê yê bêçek pêk anîne, û ew rijêmeke nerewa ye, û xwe spartiye wêrankirin, kuştin û koçberkirinê wek rêbazekê, û tekez kir ku felat û rizgariya gel bi rizgarbûna wan ji vê rijêmê ye.

Û Elmislit bal kişand ser ku Tirkiye ji destpêka şoreşê ve xwedan helwesteke mezin e derbarê miletê Sûriyê, ji ber ku Tirkiyê bi milyonan koçber hembêz kirine, û her dem piştgiriya Sûriyan û saziyên wan kiriye, û di heman demê de ewlehiya wê û ya gelê wê jî heye, û parastina wan erkê wê ye. Û got ku di hemû hevdîtinên bi berpirsên Wezareta Derve ya Tirkiyê re û ya dawî duh bi Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu re, aliyê tirk tekezî li ser piştevaniya xwe ji doza gelê Sûriyê re kirin, û gotin  ku ew dest ji daxwazên sûriyan bernadin, û pabendbûna xwe bi piştgirîkirina Hevbendiyê û saziyên wê û riya siyasî li gor biryara 2254 û karkirina di çarçoveya wê de diyar kirin, û ev yek tekez dike ku ti guhertin di helwêstan de tune ye û ti kesî behsa asayîkirina peywendiyan û lihevhatinê nekiriye.

Û Elmislit berdewam kir û got ku dewletên bira û dost li gel miletê Sûriyê û doza wî ya rewa xwedan helwest in, û em spasiya xwe ji wan re radigihînin, û em di hestên wan dighêjin, û têdigihên ku derdeseriya yazdeh salan  êşeke dirêj e û divê bi dawî bibe, lê em tekez dikin ku ger li gorî dîtina wan yanzdeh sal in, zehmetiya wan ji gelê sûriyê re her salekê bi deh salan e.

Û Elmislit bal kişand ser wê yekê ku her dewletek maf û biryarên wê hene, lê di heman demê de Hevbendiya Niştimanî pirensîpên wê yên niştimanî hene, yên ku ji berê de û ta niha, rênimaya karê Hevbendiyê û karê her sûriyekî azadîxwaz e, û ew tişt nayê guhartin, û çendî rewş an helwest bên guhertin jî ew rêça şoreş û rûmetê bernadin.

Û Elmislit tekezî li ser pabendbûna bi çareseriya siyasî weke bijardeyeke stratejîk kir, ji ber ku Hevbendiya Niştimanî beşdarî di piroseyeke danustandinan di bin sîwaneke navdewletî ya rewa li gor biryarên navdewletî yên pêwendîdar, wek daxwiyaniya Cinêvê ya sala 2012an û biryarên 2118 û 2254 de kiriye, û hevalbendên wê piştgirî danê û hîn jî berdewam in. Û bal kişand ser ku tevî derbasbûna deh salan di ser vê pabendbûna bi pirosesa siyasî re, rêjîmê ji berepêk û astengiyan û necedîbûnê pêve tiştek pêşkêş nekiriye, û dê ev encama danûstandina çi dewletekê pê re be.

Û Elmislit tekez kir ku rijêma Esed ya hîlebaz ti carî nabe çavkaniya ewlehî û aramiyê li deverê, û ev rijêma nerewa ya kuştin, wêrankirin, koçberkirinê, û jêdera terorê û keresteyên hişber, tiştekî nade.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Posts Related

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re
Nûçeyên Hevbendiyê

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re

January 30, 2023
Mektebî Piştrast Dike ku Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Demeke Guncav de Hat û Rola Revendên Sûrî Bilind Dinirxîne
Nûçeyên Hevbendiyê

Mektebî Piştrast Dike ku Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Demeke Guncav de Hat û Rola Revendên Sûrî Bilind Dinirxîne

January 30, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.5k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re

Mektebî Piştrast Dike ku Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Demeke Guncav de Hat û Rola Revendên Sûrî Bilind Dinirxîne

Hevbendiya Niştimanî Spasiya Xwe bo Helwêstên Navdewletî yên Piştgir ji Kartêkerkirina Dosya Sizakirina Rijêma Esed li Ser Tawanên wê Tîne Ziman

Elmislit Tekez Dike Ku Rijêma Esed Pabendî bi Biryara Navdewletî 2118an Nekir û Daxwaza Cîbicîkirina Tedbîrên Ku Benda Heftemîn ji Madeya 21ê Disepîne Dike

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.