Berdevkê desteya bilind ya danustandinan Salim Elmislet, got ku hin dezgehên ragihandinê duhî beşek ji daxuyaniya wî birîbûn derbarê razîbûna opozisyonê bi hevpariya desthilatê bi rêjîma Esed re di hikûmeteke veguhêz de.
Elmislit tekez kir ku desteya fermanraniya veguhêz ya gotubêj li ser dibe, li ser binyata ku nabe Esed yan her yek ji destekên wî yên destên wan di rijandina xwîna xelkê Sûriyê de heye têde bin.
Elmisilt got ku desteya fermanraniyê wê li ser binyata “Tiknoqrat” be, digel parastin û berdewamiya damudezgeh û xizmetguzariyên dewletê, ji bilî dezgehên leşkerî û yên ewlehiyê ku wê ji nû ve bêne avakirin.
Elmislit cext kir ku wê hevparî di desthilatê de digel tawankarên rêjîma Esed nebe, nemaze di karubarên serweriyê de, herwiha her kesek yan saziyek destê wan di rijandina xwîna Sûriyan de heye wê bête dûrxistin.
Jêder: Hevbendî