Endamê Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Yasir Ferhan, tekez kir ko serhişkiya Rêjîma Esed û redkirina wî ji vekirina dorpêçê re ji ser bajarên dorpêçkirî, derdê sivîlan zêdetir dike û arîşeyine nû derdikevin, û ya herî giring tunebûna vaksînên zarokan ko jiyana wan bê vaksîndan dikeve metirsiyê, û heye ku tûşî gelek nexweşiyan bibin, ev jî tê wateya ko ev kirdeya Rêjîmê di asta tawankariya cengê de ye.
Her wiha Ferhan daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê û Girûpa Kar a navdewletî kir ko fişarê bidine ser Rêjîma Esed û Milîtanên Hizbullaha tirorist, da dorpêçê ji ser bajarok û herêmên din yên dorpêçkirî rakin. Û pirsiyar kir çawa Şanda Rêjîmê danûstandinan li Cinêvê dike û hêzên wî zarokan dorpêç dikin û nahêlin xwarin û vaksîn bighêjin wan?
Kesên dorpêçkirî li Medaya û Beqîn û Zebedanî li Gundewarê Şamê, şeva çûyî bang û hawar dan dako vaksînên pêdivî ji bo herêmên dorpêîkirî bên derbaskirin.
Xelkên dorpêçkirî tekez kirin ko ji salekê ve zarokan vaksîn nestandine, ev yek jî jiyan û tendiristiya wan dike metirsiyê.
Kesên dorpêçkirî li ewan bajarokan bang li Netewên Yekbûyî û Rêkxistinên Navdewletî kirin, dako zarokan rizgar bikin, ew zarokên ko dê paşeroja Sûriyê ava bikin, Sûriyake bê zordarî û bê tiroristî ya ko hemû miletê Sûrî wê dixwazin.
Jêder: Hevbendî