Serokê şanda danustandinkar emîd Ese’d Elzu’bî, tekez kir ku wê hemû darudestekên rêjîma Esed bar bikin, û wê desteya hikumraniya veguhêz bibe delîve û dergeh ji bona dabînkirina azadiyê û jiyanek hêja ya hêjayî xelkê Sûriyê, û hîç wateyek din ji bilî vê yekê ji çareseriya siyasî re nîne.
Elzu’bî duhî ev yek got di duwemîn civîna şanda desteya bilind ya danustandinan digel şanderê navdewketî Stîven Dîmestora re.
Dîsa Elzu’bî got ku me carek din ji Dîmestora re tekezî li ser giringiya serbestberdana girtiyan kir, nemaze jin û zarokên girtî, herwiha me daxwaza berdewamiya fişaran li ser rêjîmê kir ji bona pabend bibe bi agirbesê, ku rojane binpê dike, herwiha Elzu’bî destxweşî li encamên heveyvîna “Kîrî-Lavrof” kir ya li ser giringiya zêdekirina fişaran li ser rêjîma Esed ji bona rawestandina destdirêjiyan û binpêkirina agirbestê.
Elzu’bî got ku rêjîma Esed nameyeka bihêz dişîne bi niyaza xwe li ser danustandinê bi hewlên çareseriya leşkerî, bi rêka reftarên xwe yên dijminkarî û xurtkirina êrîşên leşkerî li ser bajarê Helebê, ku bûye encamê koçbarkirina sîh hezar kesî bi kêmayî.
Herwiha şanda danustandinkar digel Dîmestira, gengeşeya serkotkirina xwepêşandan ji aliyê rêjîma Esed kir, nemaze serkotkirina xwepêşandana bajarê Siwêda ya duhî, ku têde rêjîmê hijmarek ji siyastmedar û ciwanên dijber desteserkirin.
Elzu’bî bal kişand ku rêjîm ne mikur e bi çareseriya siyasî, ji ber wiha daxuyaniyên wê berovajî tên, û got ku pêwîste şanda rêjîmê biryarên encûmena ewlekariyê pesind bike bi damezrandina desteyeka fernanraniya veguhêz ya ku têde cihê dar û desteka rêjîmê nebe û di pêşiya wan de Beşar Esed.
Di dawiyê de Ekzu’bî soz dan bi berdewamiya şanda danustankar bi cihkirina çareseriya siyasî, heta encamdana veguhestina siyasî li Sûriyê û gihiştin bo dewleta dad û rûmet û azadiyê bo tevahiya xelkê Sûriyê.
Jêder: Hevbendî