Li Netewên Yekbûyî ji bo gengeşekirina tawankariyên cengê û sizakirina tawankaran, civînek hat lidarxistin. Beşdarbûyan behsa awayên livandina bizavên Navdewletî yên ko nehêlin Tawankarên cenge li Sûriyê ji sizayê rizgar bibin kirin.
Amadebûyan li dîdevanî û gotin û beşdarbûnên ji Çalakvan û Mafnasên Sûriyî li ser Tawankariyên cenge yên li Sûriyê çêbûne, hem jî metirsiyên ko ji ber bidûrxistina lêkolînê di pirensîb û awayê pêkanîna dadiya veguhêz heta piştî lihevkirina Siyasî guhdarî kirin.
Civîna bi serpereştiya Qeterê û beşdarbûna 12 Dewletan, ji nav wan Emrîka, Birîtaniya, Ferensa, Tirkiyê û Siûdiyê, ji bo giringiya dabînkirina sizakirina Tawankarên cengê û dabînkirina Dadiyê û vegerandina mafên Qurbaniyan di çi çareseriya Siyasî ya bibe tekez kir.
Beşdarbûyan lihev kirin ko nemisogerkirina dadî û sizakirinê, dê Sûriyê di gerîneka Tolhildan û tundûtûjiyê de bihêle. Balyoza Qeterê ya li Netewên Yekbûyî Alya Ehmed Bin Sêf Al Tanî got: “Ev Civîn hat ji bo nebûna Dadî û nesizakirinê ji Civîna Cinêvê “
Balyoza Emrîka ya Navnetewî Samansa Bawir, dibîne ko Civîn bibîra mirov tîne ko Tawankarên bi kêfa xwe li seranserê Sûriyê digerin, û kirdeyan dikin wek ko Parastina Fermî bi wan re heye an jî ko kirdeyên wan nehatine belgehkirin an jî dê bê sizakirin wê jê rizgar bibin.
Ji aliyê xwe ve Baliyozê Birîtaniya yê Rêkxistina Navnetewî Matiyo Rêkroft got nelivandina Encûmena Ewlekariyê di herçar Salên derbasbûyî de ji bo pêkanîna sizakirinê li Sûriyê, ji bo Wijdanê me tevan şermezariyek e.
Dîde û Belgehên Komîta vekolînê di binpêkirina Mafê Mirovan de li Sûriyê ya biser Netewên yekbûyî ve, hişt ko Dewlet û Rêkxistinên mafnasiyê doza damezirandina Dadgeheke Navdewletî tayebt bo Sûriyê wek ya Rawenda û Yogosilafiya berê bikin.
Hevrêzkarê Desteya Bala ya Danûstandinan, Riyad Hicab, tekezî li ser giringiya çûna Esed dema damezirandina Desteya Desthilatdariya veguhêz li Sûriyê, û sizakirina wî li Dadgeheke Navdewletî kir.
Her wiha cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Miwefeq Nêrebiyê, daxwaz kir ko giring e piştgiriya sizakirinê li Sûriyê bibe, û ji nav wan jî yên destê wan di tawankariyên cengê û tawankariyên lidijî mirovahiyê de heye ,çi firakisyon an jî takekesên “Rûs” bin, yên piştgirên kuştina sivîlan, û tevaya hevbeşên Rêjîmê di kuştina miletê Sûrî de beşdar bûne.
Jêder: Eljazîre+Hevbendî