Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selîm Elmislit, berdewamiya piştguhkirina Cezayîrê ji hemî hişyariyên derbarê danûstandina bi rêjîma Esed ya tawankar re û beşdarbûna wê di biserxistina rijêmê de û normalkirimna têkliyan pêre şermezar kir, û tekez kir ku ev nerîn şaş e û heye ku bobelatan bîne ser Cezayêr û gelê wê yê bira.
Elmislit tekez kir ku hişyariya ji danûstandina bi rêjîma Esed re ne tenê ji ber pêkanîna tawan û komkujiyan dijî sivîlan li Sûriyê tê, lê ji ber ku dê bandorên wê yên metirsîdar li ser Cezayîrê hebin, piştî ku rêjîma Esed bûye amûrek di destê Rûsiya û Îranê de, û bûye milîsên ku li ser kuştin, îşkence û bazirganiya keresteyên hişbir dijî.
û Elmislit ji Cezayîrê xwest ku lêvegerekê ji bijardeyên xwe çêbike, û pabendiyê bi helwestên Komkara Erebî û dewletên erebî yên dîtir bike, yên ku vegera danûstandinê û normalkirina têkliyan bi rijêma Esed re red kirine.
Û Elmislit tekez kir ku gelê Sûriyê qurbaniyên gelê Cezayîrê yê ku bihayên mezin ji bo bidestxistina azadî û serxwebûnê pêşkêş kirine bilind dinirxîne, û gelê Sûriyê jî ji bo pêkanîna hêviyên xwe yên azadî û rûmet û demoqrasiyê ji sala 2011 de bizavê dike, û tiştê herî nirxdar di ber de dane.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî