Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez kir ku nehiştina Rûsiya ji beşdariya rijêma Esed di civatên gera nehemîn ya Komîteya Destûrî de li Cinêvê re, rola Rûsiya di astengkirina pirosesa siyasî de li Sûriyê diyar dike, û ji aliyê dî ve asta girêdana rejîmê bi Rûsyayê ve û kontrolkirina wê jê re eşkere dike.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke rojnamevanî de îro got ku destêwerdana eşkere ya Rûsiya di proseya destûrî de û jikarêxistina civînên wê, berovajî rêziknameyên navxwe yên taybet bi komîteyê ye, ya ku bi zelalî diyar dike ku divê bi serperiştiya Sûriyê be û sûrî bi xwe xwediyên wê ne, û Netewên Yekbûyî asankariyan jê re dabîn bike, û bi awayekî zelal destnîşan kir ku komîte kar ji bo xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyê bi tenê dike, û ne weke ku rêjîma Esed hewl dide ku ji bo berjewendiyên Rûsiya bikar bîne, û wê bike karteke ku Rûsiya bi rêya wê fişarê li dewletên Rojavayî bike, nemaze di çarçoveya dijminkariya wê li ser Okranya de.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî got ku fermana Rûsiya ji rêjîma Esed re da beşdariyê di civînên Komîteya Destûrî de neke, nîşan e ku ew bi temamî fermanên Potin cîbicî dike, û rijêm di lîstika berjewendiyên xwe û fişarên li ser Rojava de ye, ji ber ku ev çend sal in rêjîma tawankar tenê bûye lîstikek di destê Rûsya û Îranê de, û ew li gorî berjewendiyên xwe rijêmê dilvînin, beramberî peydakirina amûrên kuştin û koçberkirina gelê Sûriyê.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de bal kişand ser ku Netewên Yekbûyî berpirsiyariya xwe bi rêjîma Esed û piştgirên wê re derbarê pûçkirinaa berdewam ji pirosesa siyasî ya girêdayî Sûriyê hildigre, ji ber sistbûna wê di danûstandina bi rijêmê re, û venekirina hemû rêyên siyasî yên biryara navdewletî ya 2254, yaku gelê Sûriyê hêvî dikir ku bibe dergehê dawiya tirajîdiya Sûrî.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûriî cextî li ser pêwîstiya sepandina veguhaztina siyasî li Sûriyê li gor demeke nîşankirî kir, bêyî ku guh bide xapên rêjîma Esed û Rûsiya bi armanca bidestxistina demeke zêdetir daku destkeftên nû li ser hesabê gelê Sûriyê û pêşeroja welêt pêk bînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî