Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, got ku hêzên rijêma Esed malbata xwendekarê kolîja bijîşkî ya zanîngeha Elferat li bajarê Dêra Zorê Emjed Elebdellah di roja 14/7/2022 di riya efserekî xwe re agahdar kirin ku ew xwendekar di hundir yek ji zîndanên rijêmê de canê xwe jidest daye, û texmînên mezin hene ku ew xwendekar ji encama îşkencê û guhnedana tendirustî miribe.
Tora Sûrî diyar kir ku Emjed Elebdullah ji niştecihên taxa Elqisûr ya bajarê Dêra Zorê ye, û hêzên rêjîmê ew di Hezîrana sala 2014an de girtibû, piştî serdegirtina mala wî li taxa Elqisûr, û ji wê demê de ew di nav kesên bi kotekî hatine binçavkirin de ye.
Û Tora Mafnasî bal kişand ser ku hîn derdora 132667 welatiyên sûrî di navendên girtinê yên rijêma Esed de girtî an binçavkirî ne, û got ku derdora 14464 sûrî di bin îşkencê de di wan navendan de canê xwe ji dest dane.
Û ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, daxwaza karekî cidî ji Netewên Yekbûyî kir, ji bo serbestberdana girtiyan û eşkerekirina çarenûsa windayên kotekî, û bal kişand ser ku ev dosya têkildarî her malbeteke Sûrî ye, û dibe sedema êşeke mezin ji encama jidestdana zarokên wan bi salan, bêyî ku çi agahiyan li ser wan an çi dadgehkirinan dermafê wan zanibin.
Û tevî axaftina rijêma Esed li ser derxistina mersûmê lêborînê bo girtiyan, lê hêzên wê û amûrên wê yên ewlekariyê di operasyonên girtin û kiryarên îşkenceya rêbazkirî ta mirinê de berdewam in.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî