Bi hevrêzkariya Ofîsa Revendan di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Bedir Camûs civînek ji dûrve li gel Serokên Revendên Sûrî li Emrîka li dar xist, daku behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî di doseya Sûrî de bikin, û nerîn û pilana karê Desteya Danûstandinê di qonaxa dahatî de berçav bikin.
Û di hevdîtinê de Hevrêzkarê Ofîsa Revendan Mihemed Yehya Mektebî û Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li New York Meryrm Çelebî û Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li Washington Quteybe Îdlibî amade bûn.
Û ji aliyê Revendan ve Heysem Elbizim, Tariq Ebo Xezalê, Mîrna Beriq, Zekî Lebabîdî, Meysa Qebanî, Mehmûd Hermûş, Mihemed Samir Elfetal, Mihemed Bekir Gibês û Wail Elsewah amade bûn.
Û Serokê Desteya Danûstandinê li ser rewşa navdewletî û herêmî ya niha ya ku dosya Sûrî kiriye dosya mirovahî û danûstandin di Encumena Ewlekariyê de li ser çêdibe û rastî fişarên Rûsî tê axivî.
Û bal kişand ser ku serkirdeyên rijêma Esed zarok û merovên xwe dikin karmend di saziyên ku di bin kontirola rijêmê de ne, daku alîkariyan bidizin û kesên hewcedarî wan alîkariyan bêpar bimînin.
Û nerîn û pilana karê Desteya Danûstandinê ya Sûrî yên dema dahatî berçav kirin, û tekezî li ser giringiya karê li ser vegerandina hêza rola Sûrî di pirosesa siyasî û danûstandinê de kir, û bal kişand ser ku ev tişt pêk nayê ger piştevaniyeke gelêrî li paş Desteyê di standina biryara danûstandinê de tunebe.
Û daxwaza rêkûpêkkirina mala navxwe ya Desteyê kir, piştî rewşa herêmî ya nû ya erênî, nemaze pêngava nêzîkbûna Tirkiyê û dewletên Ereb, û cextî li ser giringiya vegerandina rola erebî di doseya Sûrî de kir, û careke dî têkliyan li gel dewletên ereb vegerînin, û pêwendiyan li gel dewletên kartêker çalak bikin, û ya herî giring têkiliya li gel Erebistana Siûdî, Misrê, Qeter, Îmarat û Urdunê , û her weha mukumkirina têkliyan li gel Tirkiyê, û bal kişand ser pêwîstiya berdewamiya fişaran li ser dewletên xwedî bandor bo cîbicîkirina biryara navdewletî 2254.
Û pesnê rola Revendên Sûrî li tevaya dewletên cîhanê da, û pêwîstiya ku sûde jê were wergirtin, nemaze li Emrîka, daku ji bo pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê di azadî û rûmet û demoqrasiyê de fişarê li ser Rêvebiriya Emrîkî bike.
Û li ser giringiya rola kesayetên ku berê serpereştî di saziyên şoreş û rikberiyê de girtine, û miqatebûna ku di tevaya civatên navdewletî de yên girêdayî doza Sûriyê amade bibin axivî, û dît ku nebûna rola Sûrî di civakên taybet bi Sûriyê de nayê pejrandin.
Û handan li ser karê hevbeş yê saziyên şoreşa Sûrî û li gel revend û tabûrên leşkerî û hêzên siyasî li tevaya deverên Sûrî kir, û dît ku ew takerê ye bo pêkanîna armancên gelê Sûriyê.
Ji aliyê xwe ve Hevrêzkarê Ofîsa Revendan Mihemed Yehye Mektebî diyar kir ku şoreşa Sûrî li ser milê şoreşgerên xweragir li deverên rizgarkirî ye, her weha li ser milê Revendên Sûrî li tevaya dewletên cîhanê ye, û tekezî li ser pêwîstiya hevtemamkirina herdû baskan bo pêkanîna daxwazên şoreşa Sûrî kir.
Û Mektebî bal kişand ser sûdwergirtina ji rewşa herêmî û lihevhatinên herêmî yên ku dê bandora xwe bi awayekî erênî li ser doseya Sûrî hebin.
Û derbarê biryara dirêjkirina dema derbaskirina alîkariyên mirovî di riya xalên sînorî re, Mektebî tekez kir ku Rûsiya dixwaze ku rijêma Esed dest deyne ser alîkariyên navdewletî di riya derbaskirina wan alîkariyan di xalên di bin kontirola rijêmê de, ya ku alîkariyan didize û ji milîs û hêzên xwe re terxan dike, daku karê kuştina gelê Sûriyê û di koçberkirina xelkê Sûriyê de berdewam bin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî