• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Thursday, 30 March , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Elmislit: ji Netewên Yekbûyî tê Xwestin Ku Xiştekareke Demî bo Rêşûnên Biryara 2254 Pêşkêş Bike

January 14, 2022
in Nûçeyên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Elmislit: ji Netewên Yekbûyî tê Xwestin Ku Xiştekareke Demî bo Rêşûnên Biryara 2254 Pêşkêş Bike

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, tekezî li ser pêwîstiya dehfdana pirosesa siyasî berve cîbicîkirina tevaya biryarên navdewletî yên taybet bi Sûriyê kir, nemaze pêkanîna veguhestina siyasî û daxwazên gelê Sûrî di azadî û rûmet û demoqrasiyê de.

Û di hevpeyvînekê de bi rojnameya El-Riyad ya Siûdî re, Elmislit tekez kir ku ji Netewên Yekbûyî tê xwestin ku xiştekareke demnîşankirî bo rêşûnên pirosesa siyasî a ku di biryara 2254 de hatiye pêşkêş bike, tevî avakirina desteya hikûmdariyê bi tevaya karînên wê, û kar li ser pêkanîna wê bike, weke rêxweşkirinê bo veguhestina siyasî ya tam li tevaya Sûriyê, û got ku çênabe ku gelê me ta hetahetayê di rewşa bendewariyê de bimîne.

Û Elmislit cext kir ku nayê pejrandin ku civaka navdewletî bi vî awayê sar di rêvebirina doseya Sûriyê de berdewam be, di riya nêzîkbûnên lawaz yên ku naghên asta derdeseriyên xelkê me yên li kampan û yên li deverên di bin kontirola rijêmê de, û ne jî dighên asta derdeseriyên bi sedên hezaran ji girtîyan û kesên hatine revandin û binçavkiriyên kotekî yên ku di rewşên awarte de û mirineke berdewam de dijîn, her weha bi melyonan koçber û derbiderên ku divê sînorek ji derdeseriyên wan re bête danîn, daku vegera wan ya ewle bo welat û malên wan misoger bibe.

Û Elmislit helwestên Xizmetkarê herdû Heremên Pîroz û Şûngirê Qiral û helwestên Erebistana Siûdî yên pirensîpî di redkirina rewakirina rijêmê de bilind nirxandin, û got ku ew piştgirî ji gelê sûrî û hêviyên wî yên mafdar re ye, û ew hêzeke bingehîn e bo gihşîtina çareya siyasî, û got ku peyva Şanderê Erebistana Siûdî di Komelgeha Giştî ya Netewên Yekbûyî de Balyoz Ebdillah Elmuelemî weke derbirîna tiştê di dilê sûriyan de hat, û rastiya ku li ser zemînê veguhest.

Û tekezî li ser giringiya helwestên Qiralgehê û rola wê ya siyasî û diplomatîk sebaret doseya Sûriyê kir, di riya giraniya wê ya navdewletî û karîna wê ya bi bandor re, û livandina doseya çareyê li Sûriyê û beşdariya wê di dahfdana civaka navdewletî berve cîbicîkirina biryarên Encumena Ewlekariyê û di serî de herdû biryarên 2118 û 2254.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku pirojeya Îranî ne tenê Sûriyê armanc dike, lêbelê çavên wê li tevaya dewletên deverê ye, ji ber ku hemû operasyonên rijêma Îranê yên wêrankarî di riya milîseyên wê yên ku li Yemen û Îraq û Libnan û dewletên dîtir belav bûne re pêk tên, û em operasyonên wê yên teroristî yên ku milîsên wê li Yemen pê radibin temaşe dikin, çimkê ewlehiya  deverê û aramiya wê armanc dikin.

Û tekezî li ser pêwîstiya rawestana di Rûyê vê pirojeya wêrankarî de û rawestandina belavbûn û berfirehbûna wê û derbasbûna di nav dewletên deverê de di riya piştgiriya yekser û rasteqîn ji gelê Sûrî re dijî vê pirojeyê kir, her weha piştevaniya hêviyên gelê Sûrî di dewleta azadî û rûmet û wekheviyê de, dewleteke sivîl û piralî û demoqrat ya ku mafê tevaya pêkhatan biparêze.

Û Elmislit cext kir ku çi hewldan bo biserxistina rijêma Esed çêbibe, tê wateya xelatkirina kujer û tawanbar û hevalbendên rijêmê, û weke piştgirî ji pirojeya stemkarî û gendelî û terorê  re tê, û ew jî dê tenê wek piştgiriyê be ji pirojeya Îranê re, yaku ji tevaya xelkê re bûye mîna kabûsekî.

Û got ku biserxistina Esed tê wateya pêşdebirina pilan û pirojeyên Tehranê li tevaya Dewletên Erebî û çespandina derbasbûn û kontirolkirina wê û xurtkirina desttêwerdanên wê ye.

Û Elmislit bal kişand ser pêwîstiya kar li ser bidawîanîna pirsgirêkê ji koka wê de, ji ber ku çênabe rijêma qirkirinê bibe aliyek ji aliyên aramiyê, ji ber ku rijêm li ser bêserûberî û tawanan ava dibe, û bi wan xwe berdewam dihêle.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Posts Related

Rehmê: Em Bang li Civaka Navdewletî Dikin ku bi Karekî Cidî Rabe ji bo Dexistina Fermana Girtina Tawankarê Cengê Beşar Esed
Nûçeyên Hevbendiyê

Rehmê: Em Bang li Civaka Navdewletî Dikin ku bi Karekî Cidî Rabe ji bo Dexistina Fermana Girtina Tawankarê Cengê Beşar Esed

March 29, 2023
Hevbendiya Niştimanî Xweşhaliya Xwe bi Sizayên Amerîkî-Brîtanî li Ser Kes û Kompaniyên ku bi Bazirganiya Kaptagonê Piştgiriya Rijêma Esed Dikin Tîne Ziman
Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî Xweşhaliya Xwe bi Sizayên Amerîkî-Brîtanî li Ser Kes û Kompaniyên ku bi Bazirganiya Kaptagonê Piştgiriya Rijêma Esed Dikin Tîne Ziman

March 29, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.6k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Rehmê: Em Bang li Civaka Navdewletî Dikin ku bi Karekî Cidî Rabe ji bo Dexistina Fermana Girtina Tawankarê Cengê Beşar Esed

Hevbendiya Niştimanî Xweşhaliya Xwe bi Sizayên Amerîkî-Brîtanî li Ser Kes û Kompaniyên ku bi Bazirganiya Kaptagonê Piştgiriya Rijêma Esed Dikin Tîne Ziman

Raporeke Rojnamevanî: Rijêma Esed Hewil Dide ku bi Doseya Windakirina bi Zorê û Binçavkirina Kotekî Bilîyze

Hevbendiya Niştimanî: Milîsên Terorist ên Girêdayî Rijêma Esed li Libnanê Rijd in li ser Şêwandina Wêneyê Ciwan yê Libnanê

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.