Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, pesnê xebatên mezin ên Berevaniya Sivîl ya Sûrî ji kêliyên pêşî ji erdheja ku li Tirkiyê û Sûriyê xistiye da, ji ber ku tîmên wê bi piroseyên yekser dest bi lêgerîn û derxistina qurbaniyan kirin, û sivîl ji bin kavilê avahiyên ku erdhejê weran kirine derxistin.
Û Elmislit got ku Tîmên Berevaniya Sivîl ne tenê giyanên ku di bin kavilan de asê mane rizgar kirin, lêbelê wan tîman dest bi vekirina rêyên ku kavilan li hejmarek ji deverên bakur û rojavayê sûriyê girtine kirin.
Û Elmislit got ku bi rastî ev sazî cihê şanaziya sûriyan e li deverên rizgarkirî û divê piştgiriya wan bi amûrên giran û alavan bibe, û piştevaniya temamî tevî sotemeniyên mekîneyên giran yên pêwîst bo operasyonên rizgarkirinê ji wan re dabîn bibin.
Û Elmislit bal kişand ser lezgîniya bersivdana vê saziyê, bi hemû karmendên wê yên li ser erdê ve, ji bûyerên awarte re, ji ber ku ji kêliyên destpêkê yên bobelatê ve rewşa awarte li bakurê rojavayê Sûriyê ragihand û tîmên wê rasterast dest bi bersivdanê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Berevaniya Sivîl a Sûrî (Kumên Spî) rêxistineke xwebexş e li deverên rizgarkirî kar dike, di sala 2013an de hatiye damezrandin, û armanca wê alîkariya kesên ku ji ber bombebarana hêzên rijêmê û hevalbendên wê ziyan dîtine ye, û karê lêgerîn û rizgarkirin û parastinê û piştgiriya pêdariya civakan dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî