Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, bal kişaqnd ser ku daxwiyaniyên ku li ser navê wî di rojnameya Tirkî ya bi navê Yenî Şafak de hatine gotin ne rast in, ji ber ku beşek ji gotinan hatine guhertin û wateya wan hatiye şaşkirin , û red kir ku wî gotibe xwepêşandanên gelêrî yên vê dawiyê karê kesên ku xelkê sor dikin e, wek di wê rojnameyê de hatiye.
Û Elmislit got ku Helwesta me ji xwepêşandanan ji destpêkê de zelal bû, ji ber ku Hevbendiyê tekez kir ku berdewamiya xwepêşandanên aştiyane nîşana geşbûna şoreşê di dilê şoreşgeran de ye, û bal kişand ser ku raperîna gelêrî ji dilêşiya Sûriyan li ser şoreşa wan e.
Û got ku Daxwaza Hevbendiyê û Sûriyan pêşdebirina proseya siyasî û cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 û dadgehkirina rijîma Esed li ser tawanên ku dermafê gelê Sûriyê pêkanîne ne, û çi daxwaza ku ji aliyê gelê Sûriyê yê azad ve were ew daxwaza Hevbendiya Niştimanî ye.
Û Elmislit tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî beşek ji şoreşa Sûriyan e, û erkê wê nûnertiya siyasî ya vî gelê gewre ye, û bi ti awayî ne pêkan e ku ji piransîpên şoreşê yên ku xelkê wê nêzîkî milyonek qurbanî û bi milyonan girtî û koçber di ber de dane derkeve.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî