Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, îro duşemê serdana bajarê Babê kir, û di wê serdanê de sersaxî bo malbatên pakrewanên komelkujiya vê dawiyê ya ku hêzên Esed û Milîsên PYDe yên terrorist pêk anîne pêşkêş kir, û li rewşa tenduristî ya birîndaran pirsî.
Û Serok û Şandeyê pêre û Encumena Xwecihî ya bajarê Babê di vê serdanê de bi erkê sersaxiyê bo malbatên pakrewanên komelkujiya ku berî çend rojan çêbûye rabûn.
Û Şandeyê Hevbendiyê serdana nexweşxaneya niştimanî ya bajarê Babê kir, û li rewşa birîndarên ku di encama bombebarana ku bajar armanc kiriye, birîndar bûne pirsî, û Elmislit hêviya başbûnê ji wan re xwest.
Û di serdanê de Serokê Hevbendiyê tekez kir ku pir giring e ku hevdîtinên di navbera Hevbendiya Niştimanî û xelkê deverên rizgarkirî de berdewam bibin, û bal kişand ser giringiya kar û pişkdariya di standina biryaran de bi hemû Sûriyan re.
Û Elmislit diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî saziya gelê Sûrî ye, û ew dezgeheke şoreşgerî ye, û çaksaziya berdewam di seruştiya wê de ye, û ku Hevbendî hewil dide ku nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyê bike.
Û Elmislit tekez kir ku zincîrek ji derewan heye dighêje dezgehên siyasî, opozisyonê û xelkê şoreşger armanc dike, û bê guman ew ji aliyê rijîma Esed û yên di çerxa wê de dizîvirin têne çêkirin.
Û bal kişand ser ku tiştê gelê Sûriyê pêşkêş kiriye pir gewre û mezin e, û ew miletekî serhildêr û azad e, û ji bo ku derbirîna azadiya xwe bike bi şoreşê rabû, û kes nikare gelê Sûriyê wekî miletê hurhutkar bi nav bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî