Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, serdana nexweşxaneya niştimanî li bajarê Babê kir, û li rewş û tenduristiya birîndarên ku berî çend rojan di dema bombebarankirina bajar ji aliyê rêjîma tawankar û milîsên PYDe yên teroristî ve pêkhatiye birîndar bûne pirsî.
Û Serokê Encûmena Xwecihî ya bajarê Babê D. Mostefa Elosman hevaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî di vê serdanê de kir.
Û Elmislit got ku me şehîdin giranbuha ji gelê me yê vî bajarî ji dest dan, û xwîna wan dê vala neçe, û ji birîndaran re nemaze yên ku hîn têne dermankirin em saxlemiyek zû dixwazin.
Û Elmislit tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi hemû hewlên xwe kar ji bo ku berpirsên komelkujiya Babê ya vê dawiyê û hemû komelkujî û tawanên dermafê Sûriyan sizayê bibînin dike.
Û Serokê Hevbendiyê û şanderê pêre beşdarî di proseya bexşîna xwînê li nexweşxaneya niştimanî ya Babê kirin, ew jî di serdana xwe ya ji bo birîndarên ku di komelkujiya roja înê ya bûrî de birîndar bibûn pêk hat.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî