Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selim Elmislit, tekez kir ku Rijêma Esed pabendî bi biryara Encûmena Ewlekariyê ya 2118 nekir, û li ser bikaranîna çekên kîmawî dijî sivîlan berdewam ma, û daxwaza sepandina tedbîran li dijî rijêma Esed li gor benda heftemîn ji madeya 21ê ji biryara navdewletî kir, piştî ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî ragihandiye ku rijêma Esed di ber êrîşên kîmawî li ser Dûmayê di sala 2018an de berpisyar e.
Û Elmislit daxwaza bizavin navdewletî yên zêdetir kir, ji bo bêhtirkirina cudakirina navdewletî ji rijêma Esed re, her weha kartêkerkirina dosya dadpirsînê û pêkanîna veguhestina siyasî li Sûriyê û rizgarkirina Sûriyê ji rijêma Kaptagonê û çekên kîmawî û bermîlên teqîner.
Û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di raporta “lêkolîn û destnîşankirina nasnameyê” de ragihandibû ku rijêma Esed di ber êrîşa kîmawî li ser Dûma ya gundewarê Şamê di sala 2018an de berpisyar e, û got ku ev cara sêyemîn e rêxistin tekez dike ku rijêm di ber bikaranîna çekên kîmawî de li dijî sivîlan li Sûriyê berpisyar e.
Û Tîma lêkolînê ya girêdayî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî, di encamên xwe de, xwe spartiye nirxandina berfireh ji nîşanên berdest û piralî re yên ku ji hêla Tîma Lêpirsînê ve hatine berhevkirin û ravekirin.
Û Rêxistinê di raporta xwe de diyar kir ku êvara 7ê Nîsana sala 2018an, herî kêm helîkoptereke bi ser Firqeya 25an ve, ya ku bi navê hêzên Elnimir tê naskirin, du qazanên zer yên ku gaza kilorê ya jehrîn di wan de hebû avêtin ser du avahiyên niştecihan li Dûmayê, û di encamê de 43 kes hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî