Endamê Komîta Yasayî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Merwan Heco Elrifaî’ , nerazîbûn diyar kir ji xemsarî û kulekbûna Rêkxistinên Navdewletî -bi taybetî yên Mirovî yên Netewên Yekbûyî- di danûstandina bi bobelata dorpêçkiriyên Sûrî re, yên ko ji hêla Rêjîma Esed ve hatine dorpêçkirin, û bi taybetî li Dareyya li Gundewarê Şamê û Taxa Elwee’r li Humsê.
Jêderekî bijîşkî li taxa Elwee’r ya dorpêçkirî li Humsê doh got”piraniya dermanan dema wan buhirî ye bi taybetî Sîrom û Antibiotic û kîsên xwînê, ev bi agahdariya hemû rêkxistinên Navdewletî yên ko ji bil sozan çi tişt bo me pêşkêş nekirine. ”
Bal kêşand ser peywendiyên wan bi Xewla Meter re, seroka Nivîsgeha Şandyarê Navnetewî yê taybet bi Sûriyê Stîvan Dî Mistora “ya ko dibêje erêkirina Ewlekariyê nîn e da keresteyên bijîşkî derbas bibin.”
Heman jêder, der barê rewşa tendiristî li Taxê got” rewşên nexweşiyan ji gava dorpêç çê bûye bêtir ji rewşekê kêmxwarinî heye, û bi sedema nebûna dermanên rewşên lezgîn êşên kulbûna pişikê peyda bûne.”
Elrifaî’ tekez kir ko neberpirsiyarîbûna yasayî û ya mirovî ya ko Rêkxistina Netewên Yekbûyî û seroka Nivîsgeha Şandyarê Navdewletî nayê pejirandin, hem jî li dijî rola Rêkxistinên Mirovî û mafên Mirovan e, û li dijî biryarên Encûmena Ewlekariyê 2165 û 2254 û bi taybetî benda 12 û 13û 14 ne yên ko dibêjin giring e alîkariyên bijîşkî û yên hawarhatinê derbasî herêmên dorpêçkirî bibin û bêyî erêkirina Rêjîmê û rêbiwar bêyî xwestina erêkirina Rêjîmê vebin. “
Elrifaî’ behetî dimîne ji behaneya Netewên Yekbûyî ko dibêje em nikarin alîkariyan derbas bikin bi sedema nebûna erêkirina rêjîma Esed û dipirse”gelo bi çi hişmendiyê destûrê ji tawankarekî dixwazin da bandorên tawankariya wî kêm bikin.”
“Encûmena Parêzgeha Hums ya azad” bi daxuyaniyekê, Netewên Yekbûyî tawanbar kir ko fişarê nade ser Rêjîma Esed da pabendiyên xwe cîbicî bike û Girtiyên taxa Elwee’r berde û dezgehên xizmetkariya giştî veke.
Taxa Elwee’r ya ko Rêjîmê ji berî bêtir ji sê salan ve dorpêç li dora 14 hezar malbatên tê de hene pêk aniye, û alîkariyên mirovî di dawiya 2015an de, piştî peymanekê ko Komîta danûstandinan a taxê bi Hêzên Esed re kiribû, da dorpêçê rake, alîkarî derbas kirin, lê rêjîmê di Adara derbasbûyî de dîsa ew dorpêç pêk anî.
Jêder: Hevbendî+Simart