Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Enes Ele’bide, balkişand ku hin hewlên erzan yên leşkerî û siyasî dibin, ji bona tawandina şoreşa Sûriyê da wê razî bikin ji bo Bişar Esed û desteka wî ya desthilatdar û dezgehên rêjîmê yên ewlekarî û leşkerî di qonaxeke veguhêz de ya nediyar û ya bê demkî diyarkirî jêre hebe.
Ele’bide duhî roja yekşemê û di dema ku hin çalakvanên Filistînî yên li Sûriyê li bajarê Xazî Entabê li Tirkiyê kombendek bi navê “kombenda Filistîniyên Sûriyê ya azad” ragihandin, diyar kir ku niha şoreşa Sûriyê rastî tevgereke pîlangerî dibe, li ser astê leşkerî ku pêkirina bi derbaskirina gelek çeteyên tayîfeperist ji Afxanistan û Libnan û Îranê û bi piştgiriya Rûsiya û Îranê, bi hewla kontrolkirina navçeyên rizgarkirî, û neçarkirina xelkê Sûriyê ji bona qebûlkirina siyaseta alîgirîkirina binemala Esed û serdestiya tayîfeperistiyê, ku têde hêviyên xelkê sûriyê û mafên wan ji bona dewleta dad û hemwelatîbûnê de winda bibin.
Herwiha dirêjî da axivtîna xwe û got: ku “pîlangeriyek din dibe li ser nûnerayetiya rasteqîn ya gelê Sûriyê, bi rêka çêkirina qebar û damezrandinên têne çêkirim ji aliyê dezgehên hewalgeriya Esed û hin din yên ji çêkirina dewletan ji bona windakirina koka hevrikiyê, bi çêkirina nakokiyan di navbera piraniya gelê Sûriyê yê tepeser de ji bona rêjîmeke serdest ya terorîst, bi rêka xistina nakokiyan di navbera hêzên şoreşgerî de.
Herwiha Ele’bide pîrozbahî li damezrandina kombenda nû kir, û ev yek pesind kir wek pêgavekê ji bona yekxistina bizavên Sûriyî û filistîniyên azadîxwaz di vê qonaxa hestyar di dîrok gelê Sûriyê û şoreşa wê de.
Ele’bide tekez kir ku ” Şam wê herdem palpişta xelkê xwe be, û filistîn di dil de ye, ji bona rizgarîkirinê û dadperiyê ya berovajî dewleta zordestiyê û şandina terorê li nav welatên cîran ji bona guhertina biryarên wan wek Hafiz Esed bi Rêxistina Rizgarîxwaza Filistînê re dikir, herwiha berovajî tişta li Libanan hat kirin ji bihêzkirina cudakirinê û tayîfeperistiyê û wêrankirina tevgera niştimaniya Libnanê, û berivajî tişta li Ûrdin kirî ji pîlangerî û terorê”.
Ele’bide amaje kir ku rola filistîniyan serekî ye di paşeroja Sûriyê de, herwiha mafên wan wê nekêmtir be ji mafên sûriyan, û filistînî bi hevparên rasteqîn di Sûriya nû de pesend kirin.
Herwiha tekez kir ku şoreşa Sûriyê wê bimîne hejmareke zehmet û got: “ku bi hezaran koçber û xêzanên şehîdan û birîndaran em bo xwe nekirine nûner ji bona em emze bikin li ser kaxeza destberdariyê û têkşikandinê, têkşikandina xewn û hêviyên wan bi dewleteke pêkvejiyana hevbeş û yeksaniyê”. Wek Ku di karnameya pêrewa navxeeyî ya kombendê de hatiye li ser şopandin û çalakkirina hemû doz û kinarên siyasî û mirovî yên girêdayî bi bergiriya mafên penaberên filistînê û berjewendiyên wan li Sûriyê û bi taybetî fayîlê bê seruşûn û girtiyan di girtîgehên rêjîmê de, û herwiha fayîlê dubare avakirina kampên penaberên Filistîniyan û fayîlê vegera koçberan li ser malên xwe.
Li aliyek din karnameya pêrewiya navxoyî ya kombenda daxwaza bo belgekirina sercem binpêkirin û ziyanên mirovî û yên diravî yên bi serê civaka filistînî di Sûriyê de hatî di dema hevrikiyê de kir, ji bona parastina mafên qurbanî û birîndarên wan û destnîşankirina qebarê ziyanên diravî yên li jêrxaneya bingehîn ya kampên filistîniyan ketî û qerebokirina wan bi şêweyek adilane li ser wan ziyanên mirovî û diravî.
Herwiha di xana piransîpên kombendê de hatiye ku giringe kombend hevkariyê û hemahengiyê digel rêxistinên mafnas û yên mirovî yên xwecihî û navdewletî bike, ji bona mikomkirina piransîpê dada veguhêz û pêdagiriya dadperwerî li ser dûvçûn û sizakirina karbidestên rêjîma Esed û serkirdayetiya wê û çekdar û mîlîşên piştgirê wê.
Jêder: Hevbendî