Berdevkê Fermî yê Desteya Bilind ya Danûstandinan Riyad Ne’isan Axa, roja Sêşemê, tekez kir ku divê Grûpa Navdewletî rûbirûbûna Moskê bike ji bo tiştê ku li meydana Sûrî pêk tîne, û got; tişta ku Mosko li ser kaxezan dinivîsîne ji bo pabendiyê pê bike, berûvajî tiştê ku li ser zemînê pêk tîne, û armanc ew e, pêkanîna serkeftineke leşkerî ya mezin ji berjewendiya rêjîma Esed re berya gera nû ji danûstandinan.
Herwiha sibe wê çav li ser paytexta Nêmsa Vîennayê bin, ku wê civînek ji “Grûpa Navdewletî re bo piştevaniya Sûriyê” bê lidarxistin, û tê pêşbînkirin ku çarenivîsa gera çarem ji giftûgoyên Cenêvê bê destnîşankirin.
Ne’isan Axa di lêdwanekê de ji bo Rojnameya ” El-Şerq El-Ewset” diyar kir ku lîstikvanên navdewletî xweş dizanin ku” windabûna operasyona siyasî vê carê, tê wateya wê yekê ku wê dever noqî xwîneke zêdetir ku wê bi salan berdewam bike bibe “.
Ne’san Axa lêzêde kir ku”Civaka Navdewletî hest dike ku serkirdayetiya operasyona siyasî tûşî astengiyên tund dibe, yekemîn astengî ew e ku Mosko û Amerîka hewil didin bi tena xwe meseleya Sûriyê birêve bibin, û ya giring ku Amerîka destûr daye Rûsya da ku çarenivîsa Sûriyê destnîşan bike”.
Û diyar kir ku “Yekîtiya Ewropayê û dewletên dostên Sûriyê, hest bi wê yekê kirine ku ew ji meseleya Sûriyê hatine dûrxistin, tevî ku ew barekî mezin ji encamên berdewamiya krîzê hildigrin”.
Ji aliyê xwe ve Hevrêzkarê Giştî yê Desteya Bilind ya Danûstandinan Riyad Hicab, di heyama beşdarbûna wî di civîna “Grûpa Dostên Sûriyê” li Parîsê tekezî li ser pêwîstiya girêdana berdewamiya operasyona siyasî, bi cîbicîkirina yekser û bê şert û merc ji biryarên Encumena Ewlekariya re, nexasim yên girêdayî bi rawestandina tundûtûjiyê, û rakirina dorpêçkirinê û gihandina alîkariyan ji kesê hewcedar re, herwiha serbestberdana girtiyan, û rawestandina hukmên bidarvekirinê, û rawestandina kiryarên ku rêjîma Esed tîne serê sivîlan.
Hicab bi rijdî tekezî kir li ser pêwîstiya lixwegrtina Neteweyên yekbûyî ji stratejiyeke nû re, da ku operasyona siyasî bi pêş ve bibe di rêya lixwegirtina siyaseteke bihêztir beramberî binpêkirinên ku rêjîma Esed û hevalbendên xwe pêk tînin.
Jêder: Hevbendî