Îro bîranîna kuştara Elnifûs û Elcûra û Elqisûr ya ko Xalid Elsalih serokê Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî dît ku: “Ew guhertinek dîrokî bû ji rola bajarê Dêra Zorê re, weke yek ji giringtirîn bajarên serkêşiya Şoreşê kirine.“
Çimkî firokên Esed 40 kulîlk ji têkoşerên artêşa azad û Desteya Zagonsaz û çalakvanên ragihandinê yên ko li avahiya Nifûsê ji bo rêkxistina karûbarên xelkê û rêkxistina karê alayên têkoşer di bin yek serperiştiyê de da karibe bervedêriya sivîlên ko hêzên Esed bi hemû çekan wan amanc dikin bike.
Herweha piştî ko hêzên Esed êrîşî bajarê Dêra Zorê kirin bêtir ji 350 sivîlî di nav wan de zarok û jin gullebaranê ew tune kirin.
Herweha Salih got”Ev kuştarên ko hêzên Esed kirine, tawanên cengê ne, û li dijî mirovahiyê ne, lê ew ne dawiya serhildana gelî ya xelkên Dêra Zorê bû wek ko Rêjîmê dixwest, lê berevajî ew xwîna pîroz hişt ko xelk bêtir sûr bibin ko ew parek ji serhildana Niştimanî û sivîl û azad ya giştî ne, ji bo dewleta azadî û dad û yasayê ava bikin.”
Elsalih axaftina xwe bi van gotinan bidawî kir: “ li Sûriyê ev kuştar ne yên bi tenê ne, û rêjîm hêj bi sedên kuştaran çê dike , û ev tev de ji encama bêdengiya Navnetewî û nesizakirina rêjîmê û nedanîna sînorekî ji tawankariyên wê re li gor yasayên Encumana Asayişa Navdewletî, gerek gavine lezgîn bêne avêtin da kuştarên Esed û hevalbendên wî rawestînin.”
Jêder: Hevbendî