Rêveberê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li parêzgeha Gazîentabê Mihemed Elşemalî, diyar kir ku wî serdana zarokê sûrî Ehmed Zeyneb, yê ku duh pêncşemê rastî tawaneke hovane hatibû û niha di rewşeke tendirustî ya dijwar de ye kir.
Û Elşemalî bal kişand ser ku wî bi arastekirin û temîniya Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra serdana zarokê sûrî Ehmed Zeyneb yê ku di rewşeke tendirustî ya zehmet re derbas dibe kir, û niha di nexweşxaneyê de ye, di encama dijminkariyeke tirsnak ku li Eyaleta Gazîentabê dijî wî pêk hatibû.
Û Elşemalî amaje bi wê yekê kir ku ew bi malbata zarok re axivî, û ji wan re tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî li gel wan e, û ew dê piştevaniya yasayî ya pêwîst ji wan re pêşkêş bike ji bo sepandina cezayên herî giran li ser tawankaran li gorî yasayên Tirkiyê, û ji wan re tekez kiriye ku dê di pêwendiyên yekser bi wan re berdewam bin, da ku tiştê pêwîst ji wan re pêşkêş bikin ji bo şopandina dozê û pêkanîna dadweriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî