Tevgera Nûredîn Elzenkî bikaranîna xwe ji çekên kîmawî re bi şêweyekî qutbirîn nefî kir, û Rûsya tuhmet bar kir bi bikaranîna xaza kulor ya qedexekirî ji aliyê navdewletî li dijî sivîlan piştî xistina firokeya Rûsî berî du rojan.
Û rêvebirê ofîsa siyasî di tevgera Elzenkî de Mihemed Mehmûd Elseyid, di daxuyaniyeke taybet de îro got ku” cîhan tev dizane ku Rêjîm çekên kîmawî li dijî gelê serhildêr bikar tîne, û ev Rêjîm ji tevaya cîhanê hat şermezarkirin û tev wilo jî dest ji vî karî berneda û hîna vî çekî di bin parastina Vîtoya Rûsî bikar tîne”.
Û Mehmûd Elseyid şermezarkirin û nerazîbûna xwe ji bikaranîna çekên kîmawî û Goşeyî û Napalim ji aliyê firokeyên rêjîma Esed û Rûsiya ji bo bumbebarankirina nexweşxane û mal û sûkan anî ziman, û daxwaz ji Netewên Yekbûyî û Encûmena Ewlekariyê û rêxistinên mirovî û mafnasî kir ku van tawanan şermezar bikin û wan rawestînin.
Û da xuyakirin ku tevger îro di riya beşdarbûna wê di şer û pevçûnên Helebê de ew “di rewşa berevaniya rewa di ber xelkên me yên sivîl yên li Helebê û gundewarên wê de ye”, û daxwaz ji hevalbendên gelê Sûriyê kir ku piştgiriya wê berevaniyê bikin û alîkariya şoreşgeran bikin ji bo têkbirina dijminkariya hovane ya ku çeteyên Esed û milîsên Îranê yên tayfeperest ku ji gelek regezan in bikar tînin.
Û rêveberê ofîsa siyasî ya tevgerê bal kişand ser ku firokeyên Rûsî çekên kîmawî bikar anîne ji bo tolvedanê ji sivîlan li Seraqib û derdora wê bike, û da nîşankirin ku ev tişt hatine piştrastkirin di riya belgeyên nexweşxaneyan û dîdevaniya mirovên kesên bûne qurbanî û çavdêran re.
Û axêverê fermî yê tevgerê Ebduselam Ebdulrezaq di daxuyaniyekê de da xwuyakirin ku çekên dûravêj di destên wan de tune ne, û bêbextiyên Rûsa derbarê bikaranîna tevgerê ji çekên kîmawî re ret kirin, û weha jî got: ” ev tuhmet dûrî rastiyê ye, û tu belgeyên Rûsiya der barê wê tune ne”.
Jêder: Hevbendî