Serokê Şanda Miletê Sûrî Ese’d Elzu’bî, tekez kir ko Opozisyona Sûriyê tenê birastî li çareya siyasî digere, berevajî rêjîma Esed û hevalbendên wê, û destnîşan kir ko çareseriya siyasî li Sûriyê ticaran nêzîk nebûye.
Elzu’bî di hevdîtina digel Tora Şam ya Nûçeyan got: gotinên rêjîma Esed û hevalbendên wî û yên piştgiriya wî dikin li ser çareseriya siyasî “tenê ji bo ariyê têkin çavan.”
Elzu’bî diyar kir ko Rûsya berjewendiyên wê hene, û bi têwirdana leşkerî ew bercewendî parastin, lê Îran dixwaze di rêya derbaskirina gelek şervanan li Sûriyê , bejewendiyên xwe misoger bike, û got ko Esed ji her du aliyan re ne giring e.
Elzu’bî di hevdîtineke din de digel rojnama Elşerq Elewset, aşkere kir ko berhevkirinek leşkerî ya nû ji Şoreşê re li herêma bakur çê bibe, wek ya ko li herêma başûr ji sê salan ve heye. Û destnîşan kir ku bizav dibin ji bo alayên leşkerî yên ko mane, di bin serpereştiya operesyonan û guherîna cografî ya leşkerî bibin yek.
Elzu’bî got: “ev avakirina leşkerî ya ko wê nuha opozisyon bike, ew berhema komkirina alayên nermerê yên li Bkaur e, di heman dema ku bizav dibin ji bo nakokiyên li Xûta rojhilat rakin.”
Elzu’bî ji hêla meydanî ve bal kêşand ser ku “tevgerên Îranî yên leşkerî û endamên milîtanên Hizbullaha tirorist û hinek Efganî yên ku Îranê ew kirîne û gelek Efganî ber bi îran ve diçin da pere û kaxezên nasnameyê li Tehranê bistînin da ku beraber şer li Sûriyê bikin hene, ev tevde hat diyarkirin ji dîtina rojane ya pirbûna şervanên Îranî li meydanên şer.”
Û destnîşan kir ko axaftina wezîrê derve yê Siûdiyê Adil Elcibêr ya ko dibêje “eger Esed neyê ser rêka aramiyê li Sûriyê, giring e em li çareyine din bigerin”, vê yekê hêvî da miletê Sûrî piştî ko ji gotinên Lafrof û Kêrî dilsar bûn. û got ku ev avabûna leşkerî ya nû ewê sîsika rastîn be ya ko wê plana berdêl li ser bête avakirin.
Jêder; Hevbendî