Serokê Şanda danûstandinan emîd Es’ed Elzu’bî, tekez kir ko beşdarbûn di gera nuha ya Cinêvê ji bo gihaştina veguhêza siyasî bi damezirandina desteyeke desthilatdara veguhêz bi hemû karûbaran, ya ko li ser çûna Esed û hemû simbolên Rêjîma wî ji destpêka qonaxa veguhêz de tekez dike, çimkî Beşar dupat kir ko ew nexweşiya Sûriyê ye, û Sûriya çareser nabe eger Beşar û simbolên xwe têk neçin, çûna Esed ew kilîta çareseriya Sûriyê ye.
Elzu’bî weha got “em li Cinêvê amade bûn, ji bo em tekez bikin ko jidil em li çareseriyeke siyasî digerin, û ji xelkê re bibêjin ko em nûnerê miletê Sûrî ne, û em kar dikin ji bo çareseriyekê ji cenga ko rêjîm li dijî milet dike re bibînin, lê belê rêjîm van danûstandinan wek delîve bikar tîne ji bo berepêkan, da biryarên navdewletî binpê dike”.
Elzu’bî bêtir got: Rêjîma Esed bêtir ji 2000 caran biryara agirbestê binpê kir, û miletê Sûrî bi 420 Bermîlên teqîner bombebaran kir, û rojbiroj nejidilbûna xwe di danûstandinan de tekez dike, ko berî her gereke danûstandinan operasiyonên leşkerî pêk tîne, û pê nameyeke diyar dide ko ew çareseriya siyasî naxwaze û li ser çareseriya leşkerî sûr e.
Elzu’bî got ko wan bi Dî Mistora re hemû binpêkirinên Rêjîmê û hem jî giringiya berdana girtiyên li bal rêjîmê û bi taybetî zarok û jin gotûbêj kirine.
Elzu’bî destnîşan kir ko Îran û Rûsya bi hezarên tonan çek û cebilxaneyan didine rêjîmê, hem jî hêzên leşkerî ji pasvanên Şoreşger yên îranî û Hêzên Kum-Kesk û Basîc û milîtanên mezhebperest û nandoz dişînin, û ev nejidilbûna Rûsya di gihaştina çareseriya siyasî li Sûriyê dide xuyakirin.
Jêder: Hevbendî