Piştî revandina çalakvanê siyasî û rêxerê Tevgera Ciwanên Kurd li Afrînê ji berî heft heyvan, roja çarşemê 13/4/2016 derengî şevê, ji aliyê hêzên Partiya Yekîtiya Demokratîk “PYD” ve hat serbestberdan.
Û tê zanîn ku wê demê, jêderekê nêzîkî heman Tevgerê ragihandibû ku Ferhad di 22 êlûna bûrî, roja sêşembê nîvro, ji aliyê girûpekê ji çar çekdarên rûnixomandî ve hat revandin, dema ber bi baregeha Tevgera Ciwanên Kurd ve diçû, ji bo beşdarbûna civîneke xwe ya rêxistinî, û wê girûpê ew ber bi devereke nediyar ve bir.
Herwiha di mawê girtina wî de ew bo hîç dadgehekê nehat pêşkêşkirin, û bi hîç gunehekî nehat gunehbarkirin.
Hêjayê gotinê ye ku Ferhad Enwer Mistefa, jidayîkbûyê bajarê Afrînê ye sala 1989, û ew xwendekarê kolîja wêjeyê zimanê Engilîzî ye.
Jêder: ARA News