Serokê Şanda danûstandinan ya Cinêvê Emîd Esed Elzu’bî tekez kir ko, Opozisyon sûre li ser çareseriya siyasî bê ku Esed tê de be û dibîne “ev çêtir e ji bo rawestandina tundiyê û sivikbûna derdê miletê Sûrî”, û got: “lê belê rêjîma Esed ji bil çareseriya leşkerî napejirîne û Rûsya piştgiriya wê dike da bercewendiyên xwe misoger bike û Sûriyê kontrol bike û her wiha Îran û Hizbullaha tirorist piştgiriya wê dikin”. Berdewam kir: “lê hêjî em ji bo çareseriya siyasî destên xwe didin cîhanê”.
Elzu’bî got: “Rûsya bawer e bi mana Esed yan jî kuştina Miletê Sûrî, û ew li gora evê piransîbê kar dike, û ev yek diyar dike ko miletê Sûriyê Esed na pejirînin” û pirsiyar dike:”çawa Rûsya di çi kongirî de wek yê Cinêvê an yê Parîsê de dadwer be û li ser danûstandinan biaxive û ew bingeha astengkirina çareseriya siyasî ye û ew çareseriya leşkerî dişopîne û jê re kar dike? ”
Elzu’bî rola Şandyarê navdewletî Stîvan Dî Mistora di danûstandinan de rexne kir, û pesnê wî bi:“hêsankerê mijaran da, û dibe ko ew biryara livandina çentê wî jî pê re tunebe, û li biryarên Emerîka û Rûsya guhdar dike û li biryarên din û ne jî li dengê wijdan guhdarî dike, lê belê berjewendiyên navnetewiyên mezin cîbicî dike.”
Weha jî got “Em çareseriyeke siyasî bêyî Esed dixwazin, û ji vir rola Dî Mistora dest pê dike, eger ew çareseriyeke siyasî û rast dixwaze, gerek biryara navnetewî 2118 bide xwuyakirin ya ko garantiya veguhestinê ji bo Desteya Desthilatdara veguhêz bi hemû karûbarên cîbicîkirinê dike, û ev yek Dî Mistora li ser ne axivî ye, û eger biaxive dibêje: Rêjîm desthilatekê dixwaze, û ev yek dide xuyakirin ku hêjî berfirehiyeke mezin di navbera Rêjîmê û Şoreşa Sûriyê de heye , ji ber vê yekê ez bawer nakim ko karîna berdewamkirina danûstandinan hebe. ”
Jêder: Elnehar +Hevbendî