Serokê şanda gelê Sûrî bo danûstandinên Cinêvê Es’ed Elzu’bî got ku hewcedariya gereke nû ya danûstandinan tuneye, ji ber ku tu pêşketin di şert û mercên ku hiştin bi şêweyekî yekser astengî ji danûstandinan re derkevin tuneye.
Û zu’bî diyar kir ku biryara encûmena ewlekariyê ya 2254 ya taybet bi Sûriyê pir zelal e, dema behsa vekirin dorpêçê û gihandina alîkariyên mirovî ji kesên hewcedar re li deverên dorpêçkirî dike, û tekez kir ku mebesta biryarê ew e “gihandineke berdewam ji alîkariyê re, ne bi şêweyekî qeteqet ku têra rojekê an du rojan tenê nake”, û bal kişand ser ku axaftina Dîmistora dema dibêje: rewşa mirovahî li Sûriyê “çêtirbûye e” tenê ji bo ragihandinê ye û dûrî ketwarê ye.
Û serokê şanda danûstandinan bal kişan ser ku Dîmistora di bin fişarê de daxwaza jinûvedestpêkirina gereke nû ya danûstandinan kir, piştî ku daxuyaniyên wezîrê karê derve yê Rûsî yên dawî, ew bi şêweyekî yekser tuhmetbar kir û got ku ew “bi rola ku jê hatiye xwestin ranebû”.
Û weha jî got” aliyê Rûsî bimebest kêşeya destpêkirina danûstandinan careka din, û sûdewergirtina ji Helebê wek kaxezeke fişarê dijî gelê Sûriyê bikar tîne, û ew dizane ku ew sûdê ji van kaxezan wernagire, ji ber ku Desteya Bilind helwesta xwe ya diyar ji çûna Beşar Esed û kesên derdora wî ragihandiye, û helwesta xwe ji bend û xalên ku di lêvegera Cinêv1 de hatine naguhere.
Jêder: Elşerq Elewset