Duhî roja yekşemê û di daxuyaniyekê de, Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê berpirsiyariya zagonî ya bûyerên Sûriya xiste stûyê Mosko , û rola wê ya giring û serekî bo dîtina çareseriyeka Siyasî li gor daxuyaniya Jinêf û biryarên Encûmena Asayîşa Navdewletî yên pêwendîdar.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku peywendiyên mukum û durist “bi miletan re ava dibin ne bi hikûmet û rêjîman re”, û daxwaz ji Mosko kir ku dubare li siyasetên xwe vegere derbarê tişta li Sûriyê dibe.
Daxuyaniyê amaje kir, ku prensîpên yasaya navnetewî yên mirovî û biryarên Encûmena Ewlekariyê yên hatine derxistin derbarê rewşa Sûriyê, Netewên Yekgirtî û Dewletên Herdem Endam in di Encûmena Asayîşê de, li ser Neteweyên Yekbûyî ferz bikin ” dubarekirina danûstandina bo gihiştina çareseriyeka Siyasî bo kirîza Sûriyê, û dabînkirina daxwazên gel, û rêz li qurbaniyên wê yên mezin bête girtin, bi pêkanîna veguhestina Siyasî ya sertaserî ji desthilatê re ji fermanrewiya dîktatorî bo fermanrewiya gel”.
Daxuyaniyê bal kişand ku veguhestina siyasî wê rê xweş bike bo avakirina Sûriya serbixwe û yekgirtî bi sîstemek demokraktîk û Sivîl û firehalî, û têde rûmeta welatiyan û azadiya kesane û giştî bê cudahî bête parastin, Sîstemek ku gel bikarbe daraştina destûra xwe bike û serkirdayetiya xwe helbijêre bi rêka helbijartinên paqij û azad “.
Herewiha Hevbendiyê hurmet li helwêsta Rûsiya girt derbarê têgihiştina wê ku ” hîç careseriyek nîne bo baredoxên Sûriyê û bidawîkirina bobelata mirovî û tawanên têne pêkanîn di derheqê milet de, ji bilî çareseriyeka siyasî tekûz û giştgîr”.
Di daxuyaniyê de hat ku eve demeke prosêsa diyaloga Sûrî-Sûrî destpê kiriye di navbera aliyên opozisiyonê de, ji berî ku Rûsiya daxwaza xwe ya bestina kongirê Mosko diyar bike, çendîn hevdîtin hatin encamdan di navbera aliyên opoziysionê de hin ji wan li Tirkiyê û Misrê û hin li hin dewletên Ewropî jî, û hêjî bizav berdewam in û bi daxwaz û keda opozisyonê.
Di dawiyê de Hevbendiyê Rûsiya û dewletên din yên Cîhanê han dan li ser piştgirtina bizavên opozisiyona Sûrî û serxistina diyaloga Sûrî- Sûrî ya ku “pêngavên mezin avêtine”, ji ber ku ew armanca Rûsiya ye ji gotûbêjên Mosko.
Jêder: Hevbendî