Hevbendiya Niştimanî Sûrî razîbûna xwe bo hemû destpêşiyên ku hewl didin bigihên çareyeke siyasî giştî anî ziman, ta beşariyê di kêmkirina xwîna xelkê Sûrî de bike, rê li ber qonaxeke veguhêz ber bi Sûriyeke hevgirtî veke ku bi hemû pêkhatiyên civaka Sûrî serbilind be, mafê wan biparêze, ûli saziyên dewletê ên mayî miqate be.
Cîgirê Serokê Hevbendiyê Hişam Merwa di daxuyaniyekê de tekez kirk u çi destpêşiyên siyasî hebin dive yekîtiya welat misoger bike, li saziyên dewletê miqate be, û mafê xelkê civaka Sûrî misoger bike. Herweha dive koçkirina Esed û girupa wî a fermandar misoger bike, li ser mafê hemû welatiyan bê pîverin cuda erê bike, û nerîna niştecîbûnê mina bingehekê ji Sûrya nûre deyne.
El –Merwa careke dî di bîr de anî ku hemû pêkhatiyên milletê Sûrî qurbanî di ber şoreşê de dane, ûpêkhatiyên ku qaşo rejîma Esed digot ez parêzvanê wan im, ziyan ji ber zordarî, tawan, ûrêbaza wî di kişandina welat ber wêranê ve gihişt wan, û gelek caran dîlê tiror û tawankariya wî bûn.
Merwa got:” Di bi siya rewşa heyî, veguheztina ber bi Sûryayek nûve ne mumkin e, ger ne bi alîkariya hemû xelkên wê be bo rûxandina vê rejîma tawankar, û avakirina dewleteke sivîl, dimuqratîk, û pirnetew, di jiyaneke destûr, û desthilatiya yasayî de bijîn, lêpirsînê ji neqencan li ser bingeha pirsyariya kesayetî bikin, derfetên wek hev li pêş hemû welatiyan li ser bingeha jêhatîbûnê, li ser nerîna cudakirina desthilatiyê û serbixwebûna dadweriyê kar dike, û rêzê ji vîna xelkên di saziyên nûnertiyê de ên ku bi helbijartinin azad û temîz ava dibin digre “.
Cîgirê Serokê Hevbendiyê diyar kirk u qonaxa niha ji temenê şoreşa Sûrî, hişiyariyek siyasî, niştimanî, ji hemû şepol, hêzên siyasî û leşkerî li ser erdê tê xwestin, di riya derketina ji bqzinê berjewendiyên teng ber bi nerîna dewleta ku hemûpêkhatiyên civaka Sûrî ûdi nav de jî pêkhatiyê Elewî ku mafê wan misoger bike.
Destnîşan kirk u qonaxa niha wêrekbûnekê di helwestû gera liçareyan ji rex dawpaqij û aqilmendan di hemû pêkhatiyên ku rejîm wan mina girtiyan bikar tine û bi parastina wan bang dike, dest bi rûxandina wî agahdariya wî ya tekez, û encamên karesatî di berdewmiya piştgiriya wî yan bêdengiya li pêş berdewamiya bikaranîna wî ji kêmnetew û pêkhatiyan re li gor berjewendiyê xwe.
Merwa anî ziman, ku Hevbendiyê di çarçoveya vê mijarê de belgeya nerînên sereke bo seraskirina siyasî li sûryayê ku ji 13 bendan pêk tê, tê de nerîna xwe bo nexşeya çareya siyasî li Sûryayê li gor daxuyaniya Cinêv û biryarên rewatiya navdewletî şîrove dike, û bi hemû pêkhatiyên Hevrikiya Sûrî û hindek beşên şoreşger û şepolên siyasî, mina Desteya Hevrêziyê, û şepola avakirina dewletê erêkirina xwe li ser bidin.
Merewa bal kişand ku azadî, dadwerî, rûmet, armancin serek ji şoreşa Sûrî re ne, ku şoreşgeran tiştê buha û hêja jib o pêkanîna wê di nav hemû pêkhatiyên millet Sûrî dan, bê ku li ol, regez, û netewê meyze bike.
Jêder: Hevebndî