Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî bi tundtirîn peyvan hemî operasyonên kuştina sivîlan yên ku li Sûriyê pêk tên şermezar kir ,bi taybetî tiştê ku duhî li Eyn Elereb (Kobanî) çêbû, ku li gor agahiyên çalakvanan û malperên kurdî yên taybetmend li wî bajarî hejmara şehîdan bi ser 100 kesî ketiye, piştî endamên Daiş bi dizî derbasî bajêr bûn û du otobêlên bombekirî di nîvê taxên sivîlan de teqandin.
Mektebî got: Hevbendiya Niştimanî bi rêz û hurmet li ber giyanê qurbanî û şehîdan radiweste, û sersaxiyê dide mirovên şehîdan û tevahiya gelê Sûriyê , û tekeziyê dike li ser ku divê piştgiriya kesên berevaniyê di ber sivîlan û şoreşa gelê Sûriyê û mafên wî yê rewa de dikin bibe.
Jêder : Hevbendî