Berdevkê fermî bi navê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Salim El – Mislit bikaranîna sivîlan mîna mertalin mirovahî û devrên avahî mîna qadên şer şermezar kir, herweha tawanên rêxistina Dewletê a tirorist û rejîma Esed dijî milletê Sûrî jî şermezar kirin
El – Mislit diyar kir ku nûçeyên ji bajarê Hesekê tên pir cihê dilnerihetî û tirsê ne, sivîl îro di nav du aliyên ku pêşberkiyê di çandina tirs û tirorê de li her derê dikin dorpêçkirî ne. berdewamiya hiştina sivîlan di navbera herdû agiran de, yê rijêmê û yê rêxistinên tirorist , her û her dê encamên pîstir bide.
Herweha kuştarên metirsîdar ku rêxistina Dewletê a tirorist derheqê Kurdan li Kobanî dikin şermezar kirin, û tekez kir ku Rewşa pûçbûna navdewletî û derengiya bidawîkirina vê rejîmê û destekên wê ji rêxistinên tirorist, wê rewşê ne ji berjewendiya tu kesî re xerabtir bike, bitaybet piştî bêçarebûna istratîjiya Hevpeymaniya Navdewletî, ku rêxistina Dewlatê her car li dorê diftile û eniyên şer yên nû li vir û wir vedike diyar kir. Îroj em dibînin çawa êrîşî bajarê Kobanî dike, gefan li sîvîlan dixwe, û wan careke dî dikuje.
El – Mislit got ku Hevbendiya Niştimanî li rex xelkên Hesekê û Kobanî radiweste, destê xwe dixe destê wan de, û tekez dike ku hêzên şoreşgeran li Sûryayê qels nabin ta hêviyên Sûriyan di azadî, dadwerî,û rûmetê de pêk werin.
Jêder : Hevbendî